Here Naverokê

Gelo Padîşahiya Xwedê Tiştekî di Dilê Mirov de ye?

Gelo Padîşahiya Xwedê Tiştekî di Dilê Mirov de ye?

Bersiva Kitêba Pîroz

 Na, Padîşahiya Xwedê ne rewşeke di dilê mirov de ye. a Kitêba Pîroz cihê wê yê rastîn wek “Padîşahiya Ezmanan” bi nav dike (Meta 4:17, Mizgînî). Peyva Xwedê nîşan dide ku Padîşahiya Xwedê hukimdariyeke rastîn e û ji ezmanan hukim dike.

  •   Di Padîşahiya Xwedê de hukimdar, welatî û qanûn hene. Karê wê yê sereke ew e ku daxwaza Xwedê li ezmanan û li ser rûyê erdê pêk bîne (Meta 6:10; Peyxam 5:10).

  •   Padîşahiya Xwedê wê li ser “hemû gel, milet û kesên ji her zimanan” hukim bike (Danîêl 7:13, 14). Otorîteya hukimdariya wê, yanî desthilatdariya wê ne ji welatiyên wê, lê rasterast ji Xwedê tê (Zebûr 2:4-6; Îşaya 9:7).

  •   Îsa Mesîh ji şandiyên xwe yên dilsoz re got ku ewê bi wî re di Padîşahiya ezmanan de “li ser textan rûnin” (Lûqa 22:28, 30, NWT).

  •   Dijminên Padîşahiya Xwedê hene. Ewê ji holê bên rakirin (Zebûr 2:1, 2, 8, 9; 110:1, 2; 1. Korîntî 15:25, 26).

 Kitêba Pîroz hîn nake ku Padîşahiya ezmanan tiştekî di dilê mirov de ye û bi navgîniya dilê kesekî hukim dike. Lê belê, Peyva Xwedê dibêje ku divê “xebera di heqê Hukimdariyê de” yan “mizgîniya Padîşahiyê” li ser dilê me tesîr bike (Meta 13:19; 24:14, NWT).

Maneya fikra ku Padîşahiya Xwedê di hundirê mirov de ye

 Di hin wergerên Kitêba Pîroz de Lûqa 17:21 dibêje ku Padîşahiya Xwedê di hundirê mirov de ye. Ji ber van gotinan, di heqê cihê Padîşahiyê de fikreke şaş di hişê hin mirovan de çêdibe. Ji bo em vê ayetê rast fehm bikin, divê em bala xwe bidin kontekstê.

Padîşahiya Xwedê ne rewşeke di dilê Fêrisiyan de bû, çimkî ew dilhişk bûn û dixwest Îsa Mesîh bikujin

 Îsa Mesîh bi Fêrisiyan re dipeyivî. Fêrisî komeke rêberên dînî bûn. Ew li dijî Îsa Mesîh rabûbûn ser piyan û dixwest wî bikujin (Meta 12:14; Lûqa 17:20). Ma fikra ku Padîşahiya Xwedê rewşeke di dilê wan ê hişk de bû fikreke maqûl e? Îsa Mesîh ji wan re got: “Ji hundir ve hûn tijî durûtî û bêqanûnî ne” (Meta 23:27, 28, NWT).

 Di wergerên din ên Kitêba Pîroz de gotinên Îsa Mesîh ên di Lûqa 17:21 de bi awayekî rast û zelal hatine wergerandin: “Padîşahiya Xwedê di nav we de ye” (Mizgînî). “Hukimdariya Xwedê di nav we de ye” (NWT). Belê, Padîşahiya ezmanan di nav Fêrisiyan de bû, çimkî Îsa Mesîh, yê ku wek Padîşahê Hukimdariya Xwedê hatiye hilbijartin, li ber wan sekinî bû (Lûqa 1:32, 33).

a Gelek mezhebên Mesîhiyan hîn dikin ku Padîşahiya Xwedê di hundirê mirov de ye yan jî di dilê mirov de ye. Mesela, li Amerîkayê, dêreke babtîstan (Southern Baptist Convention) da zanîn ku Padîşahiya Xwedê “hukimdariya Xwedê ya di dil û jiyana her kesî de ye”. Bi heman awayî, Papa Benedict XVI di pirtûka xwe Jesus of Nazareth de wiha got: “Padîşahiya Xwedê bi rêya dilê guhdar tê.”