Here Naverokê

Here naverokê

Silêman Padîşah dinêre ka îşê avakirina perestgehê çawa diçe

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

Wan di Îşê Avakirinê de bi Dil û Can Kar Dikir

Wan di Îşê Avakirinê de bi Dil û Can Kar Dikir

Silêman Padîşah ji bo avakirina perestgehê malzemeyên herî baş bi kar anîn (1Qr 5:6, 17; w11-E 1/2 15)

Gelek kes di îşê avakirinê de dixebitî (1Qr 5:13-16; it-1-E 424; it-2-E 1077 par. 1)

Silêman Padîşah û kesên din ji bo xelaskirina projeyê heft sal bi xîret xebitîn (1Qr 6:38; li resmê li rûyê bernameyê binêre)

Silêman Padîşah û kesên din perestgeha ew qas bedew ji bo pesndayîna Yehowa xelas kir, ji ber ku wan ev îş bi dil û can dikir. Çi heyf e ku xîreta Îsraêliyan bi zeman re winda bû. Ji ber vê yekê, perestgeh her ku diçû bêxwedî dima, û li dawiyê, ew hat wêrankirin.

JI XWE BIPIRSE: “Di îbadeta Yehowa de, gelo ez xîreta xwe çawa gur xwedî dikim?”