DERS 5
Xwendina Rast
1. Tîmotêyos 4:13
BI KURTASÎ: Li ser rûpelê çi hebe, bi dengê bilind bixwîne.
ÇAWA:
-
Rind haziriyê bike. Fehm bike ku armanca nivîsê çi ye. Peyvan ne yek bi yek, lê kom bi kom bixwîne. Peyvan zêde neke, kêm neke û neguherîne. Bala xwe bide hemû nuqte, bêhnok û nîşanên din.
-
Her peyvê rast bi lêv bike. Eger tu nizanî ku peyvek çawa gerek bê bi lêv kirin, li ferhengekê binêre, guh bide qeyda deng a vê weşanê an alîkariya xwendevanekî hunermend bixwaze.
-
Bi zelalî bipeyive. Serê xwe hilde, devê xwe rind veke û bi zelalî bixwîne. Her heceyê bi lêv bike.