Lezeta Herheyî ji Xêr û Bereketên Xwedê Bistîne
Xwedê soz da Îbrahîm pêxember ku yekî ji zuriyeta wî wê xêr û bereketan ji “hemû neteweyên [miletên] rûyê erdê” re bîne (1. Mûsa 22:18). Gelo evê sozdayî kî bû?
Nêzikî 2.000 sal berê, Xwedê bi destê Îsa pêxember, ê ku ji zuriyeta Îbrahîm pêxember bû, mucîzeyên mezin çêkiribûn. Van mucîzeyan nîşan da ku bereketên sozdayî wê bi destê Îsa pêxember ji bo xêra hemû miletên dinyayê bên cih (Galatî 3:14).
Wekî din jî, van mucîzeyan nîşan da ku Xwedê Îsa pêxember hilbijartiye ku ew xêr û bereketên ebedî bigihîne destê hemû însanan. Gelo em ji van mucîzeyan li ser şexsiyeta Îsa pêxember çi dielimin?
Dilovanî – Îsa pêxember kesên nexweş qenc dikirin.
Carekê, zilamekî bi nexweşiya kotî ji Îsa pêxember rica kir û got: “Eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî”. Îsa pêxember destê xwe li wî da û got: “Ez dixwazim!” Îcar zilam di cih de qenc bû (Marqos 1:40-42).
Comerdî – Îsa pêxember kesên birçî têr dikirin.
Îsa pêxember nedixwest ku însan birçî bimînin. Wî çend caran bi destê mucîzeyeke mezin hin nan û masî zêde kirin û xwarin da bi hezaran însanan (Metta 14:17-21; 15:32-38). Hemûyan têr xwar û gelek xwarin ji ber wan ma.
Dilşewatî – Îsa pêxember kesên mirî radikirin.
Jinebiyek hebû ku şîna kurê xweyî bi tenê digirt, û êdî kesî wê nema bû ku debara malê bike. Gava Îsa pêxember ew dît, “dilê wî pê şewitî”, û wî kurê wê ji mirinê rakir (Lûqa 7:12-15).