Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 124

Tim Dilsoz Be

Tim Dilsoz Be

(Zebûr 18:25)

  1. 1. Tim dilsoz be ji Xwedê re,

    ji wî qet dûr nekeve.

    Bi dilnizmî guh bide wî,

    li rêya wî bimeşe.

    Şîretên wî pir hêja ne

    ji bona jiyana me.

    Ew dilsoz e, pêbawer e,

    tim li ba wî bimîne.

  2. 2. Li van rojan, pir muhîm e

    ku em alî hev bikin.

    Em qîmetê didin hevdû,

    em ji hev re dilsoz in.

    Malbata me bêemsal e,

    em qedrê hev digirin.

    Di civata Yehowa de,

    em bi rastî dilşad in.

  3. 3. Eger em tim bi dilsozî

    cihê xwe bizanibin,

    rêya me wê vekirî be,

    emê xêrê bibînin.

    Eger em bi nefsbiçûkî

    guh bidin şivanên xwe,

    Yehowa wê bereketan

    li ser me bibarîne.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 149:1; 1. Tîm. 2:8; Îbr. 13:17)