Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 32

Were ba Yehowa

Were ba Yehowa

(2. Mûsa 32:26)

  1. 1. Dînê sexte em bindest kiribûn,

    em bê ronahî û bê hêvî bûn.

    Lê gava rastî gihîşt dilê me,

    em êdî hatin ser xwe.

    (DÎSGOTIN)

    Were ba Yehowa, jê dûr nekeve.

    Ew terka te nade, pê bawer bike.

    Aştî û azadî wê li her derê

    pêk werin bi destê Padîşahiyê.

  2. 2. Em ji her kesî re bê rawestin

    behsa armanca Yehowa dikin.

    Gerek her kes rastiyê bizane

    û Yehowa nas bike.

    (DÎSGOTIN)

    Were ba Yehowa, jê dûr nekeve.

    Ew terka te nade, pê bawer bike.

    Aştî û azadî wê li her derê

    pêk werin bi destê Padîşahiyê.

  3. 3. Îblîs nikare me bitirsîne,

    çimkî Yehowa me diparêze.

    Ew roj bi roj qewetê dide me,

    rêberiya me dike.

    (DÎSGOTIN)

    Were ba Yehowa, jê dûr nekeve.

    Ew terka te nade, pê bawer bike.

    Aştî û azadî wê li her derê

    pêk werin bi destê Padîşahiyê.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 94:14; Mtl. 3:5, 6; Îbr. 13:5)