KILAM 79
Bila Xwendekarên Me Serkeftî Bibin
-
1. Wexta ku toximê rastiyê
gav bi gav mezin dibe
û mirov guh didin mizgînê,
dilê me pir şa dibe.
(DÎSGOTIN)
Yehowa, alî wan bike,
miyên xwe tim biparêze.
Em ji bo wan dua dikin:
Xwedayê me, bila ew serkeftî bibin!
-
2. Roj bi roj, em xema wan dixwin,
bi niyaz û duayan.
Bila ew qayîm bisekinin
li dijî tengasiyan.
(DÎSGOTIN)
Yehowa, alî wan bike,
miyên xwe tim biparêze.
Em ji bo wan dua dikin:
Xwedayê me, bila ew serkeftî bibin!
-
3. Bila ew her tim dewam bikin,
bi xîret û bawerî.
Bi sebat ewê bigihîjin
bereketên bêdawî.
(DÎSGOTIN)
Yehowa, alî wan bike,
miyên xwe tim biparêze.
Em ji bo wan dua dikin:
Xwedayê me, bila ew serkeftî bibin!
(Li van ayetan jî binêre: Lûqa 6:48; Kar. 5:42; Flp. 4:1)