KILAM 90
Hevdû Teşwîq Bikin
(Îbranî 10:24, 25)
-
1. Ji bo ku em dilsoz bimînin
em hewceyî teşwîqê ne.
Xwişk û birayên me yên hêja
hêz û qewetê didin me.
Armanca me hemûyan yek e,
di nav me de aştî heye.
Civata me stargeha me ye,
ji bo me pir biqîmet e.
-
2. Wexta ku bêhna me dernayê
û gava em dilteng dibin,
hevalên me yên ji civatê
barê me siviktir dikin.
Hevkariya bi wan re xweş e,
em mil bi mil dixebitin.
Em pir qîmetê didin hevdû
û dilê hev rihet dikin.
-
3. Tengasiyên her kesî hene
li van rojên zor û dijwar.
Ji ber vê yekê em dixwazin
ji hev re bibin alîkar.
Civînên me ji bo me ferz in,
gerek em wan îhmal nekin,
da ku em hevdû teşwîq bikin
û dilê hevdû xurt bikin.
(Li van ayetan jî binêre: Lûqa 22:32; Kar. 14:21, 22; Gal. 6:2; 1. Sel. 5:14)