Derbazî serecemê

Rêza Kitêba Pîroz ya Rojê

Rêza Kitêba Pîroz ya Rojê

Broşûrêda “Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin” hene rêzên ji Kitêba Pîroz bona her rojê û usa jî komêntarî ya vê rêzê. Ev broşûra dikare alî we bike her roj bi fikirên pozîtîv, ku qewatê didine me, roja xwe destpêkin.

Rast e firqî tune çiçax rêz û komêntarî bixûnin, lê gelek meriva xweş tê sibeh zû bixûnin. Ev yek mecalê dide wan nava temamiya rojê derheqa wan fikira bifikirin. Usa jî wê kêrhatî be hergê hûn tevî neferên xwe van rêza her roj bixûnin û tevayî şêwir kin.

Hûn dikarin rêza rojê “KITÊBXANEYA ONLAYNDA ya Birca Qerewiliyê” bixûnin, yan jî hûn dikarin evê broşûrê bi formata PDF bi temamî xwera bikişînin.