Derbazî serecemê

Gelo Erd wê Bê Wêrankirinê?

Gelo Erd wê Bê Wêrankirinê?

Caba Kitêba Pîroz

Na, planêta Erd wê tu car kuta nebe, wê agirda neyê şewitandinê, û dewsê erdekî teze wê neyê çêkirinê. Kitêba Pîroz hîn dike, wekî Xwedê erd efirandiye, seva ku meriv heta-hetayê ser bijîn.

  • “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).

  • “[Xwedê] erd danî li ser bingeh, ku tu car ji cî neheje” (Zebûr 104:5).

  • “Dinya abadîn disekine” (Waîz 1:4).

  • “Xwedayê ku şikil daye dinê û wê afirandiye ... wê li valahiyê neafirandiye, bona ku li se wê bête rûniştin” (Îşaya 45:18).

Gelo merivê dinyayê kuta kin?

Xwedê wê tu car nehêle, wekî meriv bi xirabkirina tebiyetê, şera yan jî bi tiştekî mayîn bi temamî erdê kuta kin. Dewsê, Xwedê wê qira wan bîne, “yêd ku dinê xirab dikin” (Eyantî 11:18). Gelo çi cûreyî?

Xwedê wê serwêrtiya meriva bide hildanê, yên ku nikarin erdê xwey kin, û dewsê wê Padşatiya ezmana kifş ke (Daniyêl 2:44; Metta 6:9, 10). Kurê Xwedê Îsa Mesîh wê bibe Padşê vê Padşatiyê (Îşaya 9:6, 7). Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî da kifşê, wekî qewata wî heye tebiyetê kontrol bike (Marqos 4:35-41). Ça Padşê Padşatiya Xwedê, Îsa wê bi temamî erdê û tebiyetê kontrol bike. Ew wê dîsa erdê, bike mîna baxçê Êdênê (Metta 19:28; Lûqa 23:43).

Gelo Kitêba Pîroz hîn dike, wekî erd wê agirda bişewite?

Na. Gelek car nihêrandina usa ji bo vê yekê pêşda tê, ku meriv 2 Petrûs 3:7 rast fem nakin, kîderêda tê gotinê: “Erd û ezmanêd niha ... bi agir unda bin”. Werên em dîna xwe bidine du îzbatiya, yên ku van giliya şirovedikin:

  1. Kitêba Pîrozda xeberên “ezman”, “erd” û “agir” cûre-cûre têne şirovekirinê. Mesele Zebûr 33:8-da tê gotinê: “Temamîya erdê bira ji Xudan bitirse”, vira xebera “erd” tê hesabê însanet.

  2. Kontêksta 2 Petrûs 3:7 şirovedike ku çi tê hesabê ezman, erd û agir. Rêzên 5 û 6 dîna me didine ser hêna Nuh wedê Sêlavê. Hingê dinya berê kuta bû, lê Erd, dêmek planêta me kuta nebû. Sêlav ne ku Erd kuta kir, lê qira merivên zinêkar anî (Destpêbûn 6:11). Hingê awa gotî ezman jî hate kutakirinê, dêmek merivên ku wî çaxî serwêrtiyê dikirin. Çawa me dît, ne ku planêta me hate kuta kirinê, lê merivên zulm. Nuh û malbeta wî jî xilaz bûn û paşê Sêlavê li hev zêde bûn (Destpêbûn 8:15-18).

Mîna Sêlavê, ev agirê derheqa kîjanî 2 Petrûs 3:7-da tê gotinê, wê qira merivên xirab bîne, ne ku erdê kuta ke. Xwedê soz dide “erdekî nû û ezmanên nû, ... kîjanada rastiyê bimîne“ (2 Petrûs 3:13). Li ser “erdekî nû”, dêmek merivên nû, wê serwêrtiyê bike “ezmanêd nû”, dêmek serwêrtiya nû, Padşatiya Xwedê. Bin serwêrtiya vê Padşatiyê, temamiya erdê wê bibe cinet, li kîderê ku edilayê hebe (Eyantî 21:1-4).