Derbazî serecemê

Serhatiya Nuh û Sêlava Dinyayê; Ev Çîrok e yan Rêalî bû?

Serhatiya Nuh û Sêlava Dinyayê; Ev Çîrok e yan Rêalî bû?

Caba Kitêba Pîroz

Sêlava Dinyayê bi rastî qewimî. Xwedê ew Sêlav rakir, seva ku merivên zulm kuta ke. Lê Xwedê Nuh û malbeta wîra, got gemiyê ava kin, seva ku merivên qenc û heywan bikaribin xilaz bin (Destpêbûn 6:11-20). Em dikarin bawer bin, wekî Sêlava dinyayê qewimandineke rêalî ye, lema jî derheqa vê yekê Nivîsarên Pîrozda hatiye nivîsarê, kîjan ku “ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmotêyo 3:16).

 Çîrok e yan rêalî ye?

Kitêba Pîroz eyan dike, wekî merivekî usa ça Nuh bi rastî hebû, û Sêlava Dinyayê bi rastî rabû.

  • Nivîskarên Kitêba Pîroz bawer dikirin, ku Nuh merivekî rêalî bû. Mesele, nivîskarên Kitêba Pîroz Ezra û Lûqa kîjan ku terîxzan bûn, Nuh jî kirine rêza rikinyata cimeta Îsraêlê (1 Dîrok 1:4; Lûqa 3:36). Nivîsarên xweda, Metta û Lûqa giliyê Îsa nivîsîn, kîjan ku derheqa Nuh û Sêlavê bûn (Metta 24:37-39; Lûqa 17:26, 27).

    Xêncî wê yekê, Hezeqêl pêxember û Pawlosê şandî derheqa Nuh gotin, wekî ew mesela baweriyê û aminiyê ye (Hezeqêl 14:14, 20; Îbranî 11:7). Hergê serhatiya Nuh çîrok bûya, gelo wan nivîskara wê me hêlan kirana çev bidine wî? Nuh û gelek kulfet û mêrên amin yên berê jî, bona me mesele ne, çimkî ewana kesên rêalî bûn (Îbranî 12:1; Aqûb 5:17).

  • Kitêba Pîrozda elametiya rast derheqa Sêlavê heye. Serhatiya derheqa Sêlavê bi wan xebera destpênabe “Hebû-tune bû, serhatîk hebû”. Bi rastî Kitêba Pîroz eyan dike sal, meh û roja qewimandina Sêlavê (Destpêbûn 7:11; 8:4, 13, 14). Ev usa jî eyan dike çap û cûrê avakirina gemiyê (Destpêbûn 6:15). Ev hemû tişt didine kifşê, wekî bi rastî Sêlava Dinyayê kîjan ku Kitêba Pîrozda nivîsare, hatiye sêrî.

 Çima Sêlava Dinyayê qewimî?

Li gora Kitêba Pîroz, pêşiya Sêlavê “xirabîyava erd tijî bibû” (Destpêbûn 6:5). Ev usa jî zêde dike, wekî “erd li ber çevê Xwedê herimî wêran bibû”, çimkî ev bi xirabiyê û bênamûsiyê tije bibû (Destpêbûn 6:11; Cihûda 6, 7).

Kitêba Pîroz dibêje, wekî gelek tişt riyê wan melekên xirabda qewimî, kîjan ku ezmên hîştin û hatin ser erdê seva ku tevî kulfeta bikevne heleqetiya sêksûal. Wan melekara zar dihatine bûyînê, dêmek Nefîl, yên ku gelek ziyanê û çerçirandinê didane meriya (Destpêbûn 6:1, 2, 4). Xwedê safî kir ji xirabiyê erdê temiz ke, ku merivên qenc bikaribin rihet li ser bijîn (Destpêbûn 6:6, 7, 17).

 Meriv zanibûn ku Sêlavê rabe?

Belê. Xwedê gote Nuh wê çi biqewime, û rêberî da wî wekî gemiyê ava ke, seva ku malbeta xwe û heywana xilaz ke (Destpêbûn 6:13, 14; 7:1-4). Nuh elamî meriya dikir, ku dîwana Xwedê nêzîk e, lê wana ev piş guhê xweva davît (2 Petrûs 2:5). Kitêba Pîroz dibêje: “Meriv pê nehesiyan, heta ku lêyî rabû û hemû jî xeniqandin” (Metta 24:37-39).

 Gemî çi cûreyî bû?

Gemî mîna qutiya mezin bû. Çapa wê usa bû: dirêjaya wê 133 mêtir bû, beraya wê 22 mêtir bû, bilindaya wê jî 13 mêtir bû. a Gemî ji darê gofêr çêkirî bû, kîjan ku der û hindurva qîrkirî bû. Gemî sê qetê bû, û hindurda parkirî bû. Kêlekêva derî hebû, lê nêzîkî baniyê wek kolek çêkirî bûn. Diqewime baniya gemiyê du aliyava pêberjêr çêkirî bû, seva ku av hêsa serra bikşe (Destpêbûn 6:14-16).

 Nuh çiqas wextda gemî ava kir?

Kitêba Pîrozda nayê gotinê, Nuh çiqas wext gemiyê ava dikir, lê ça kifş e ev bi deha sala kişand. Nuh weke 500 salî bû, gava nuxriyê wî hate bûyînê, û 600 salî bû, gava Sêlav destpêbû b (Destpêbûn 5:32; 7:6).

Çaxê Nuh ji Xwedê temî stand ku gemiyê ava ke, sê kurên wî îda zewicî bûn. Dêmek, weke 50-60 sal derbaz bû paşî bûyîna kurê wîyî pêşin (Destpêbûn 6:14, 18). Lema jî li ser hîmê vê yekê em dikarin bêjin, ku avakirina gemiyê weke 40 yan 50 sal kişand.

a Kitêba Pîrozda çapên gemiyê bi zend çapkirî ne. “Bi tebyetî zenda Îbraniya 44.45 santîmêtir bû” (The Illustrated Bible Dictionary, Neşêrkirina Tezekirî, Para 3, rûpêla 1635)

b Derheqa wê yekê ku çima merivên berê haqas dirêj dijîtin, binihêrin gotara, “Bi rastî Merivên Berê, Dirêj Dijîtin?” ji jûrnala “Birca Qerewiliyê”, ya sala 2010, 1 Kanûna Pêşin.