Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Ça Nekevime ber bayê Cêribandinê?

Ça Nekevime ber bayê Cêribandinê?

Pawlosê şandî nivîsî: “Gava dixwazim ku qenciyê bikim, bê hemdê min dibe xirabî” (Romayî 7:21). Dibeke te jî xwe usa texmîn kiriye? Hergê usa ne, ev gotar wê alî te bike ku pey xwestinên xweye nerast nekevî.

 Tu gerekê çi bizanibî

Gelek car em dikarin tiştên nerast bikin, çimkî dikevin ber bayê merivên din. Bi rastî Kitêba Pîroz dibêje “hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike” (1 Korintî 15:33). Mesele, em tevî kê hevaltiyê dikin, çi dinihêrin, dibihên û dixûnin, ser fikir û rabûn-rûniştina me hukum dibe. Ew her tişt dikarin dilê meda xwestinên nerast pêşda bînin, yên ku wê me berbi kirên nerast bivin. Û em dikarin destpêkin tiştên necayîz jî bikin, çimkî piranîya meriva vê yekê dike (Derketin 23:2).

“Çaxê kesek dikeve heyra navê xwe, wekî meriva xweş bê, ew destpêdike tiştên usa bike çi ku ewana dikin” (Cêrêmî).

Bifikire: Çira merivê ku gelek dikeve heyra navê xwe, hêsa dikare bikeve cêribandinê? (Metelok 29:25)

Fikira sereke: Nehêle wekî ji bo merivên dor-berê xwe prînsîpên xweye namûsiyê bîr bikî.

 Tu çi dikarî bikî

Baweriya xweda qewî be. Heger tu baweriya xweda qewî nînî, merivên din wê hêsa te kontrol kin. Diha bi aqilayî ye ku vê şîreta Kitêba Pîroz hildî hesab: “Her tiştî bicêribînin, tiştêd qenc qewîn bigirin” (1 Têsalonîkî 5:21). Gava tu rind fem dikî ku çi bawer dikî, tera wê diha hêsa be xwe li prînsîpên xwe bigirî û wedê cêribandina wan prînsîpa bîr nekî”.

Bifikire: Çira tu bawer dikî ku prînsîpên Xwedê bona kara te ne?

“Min têderxist ku meriv hê zêde qedirê min digirin, çaxê ez xwe qewî li prînsîpên xwe digirim û nakevime ber bayê kesekî, ku tiştên nerast bikim” (Kîmbêrlî).

Mesela ji Kitêba Pîroz: Daniyêl. Hê cahiltiya xweda ewî îda dilê xweda safî kiribû ku gura qanûnên Xwedê bike (Daniyêl 1:8).

Heger tu baweriya xweda qewî nînî, merivên din wê hêsa te kontrol kin.

Kêmasî û sistbûnên xwe bizanibe. Kitêba Pîroz dibêje ku “dilxwestinêd cahiltiyê” gelek qewî ne (2 Tîmotêyo 2:22). Lê eva ne tenê derheqa xwestinên sêksûalî tê gotinê, lê usa jî derheqa xwestina ku gişk te hiz bikin û usa jî ji dê-bava aza bî gava hê hazir nînî jî xweserî xwe bijî.

Bifikire: Kitêba Pîroz dibêje ku “her kes dibe maşoqê dilhavijiyêd xwe, dixape û tê cêribandinê” (Aqûb 1:14). Lê kîjan xwestin te dikine cêribandinê?

“Bi helalî bîne ser xwe ku ber kîjan cêribandina tu sist î. Paşê lêkolîna bike ku ça xwe ji wan tişta xwey kî. Û gava tu dîsa rastî vê cêribandinê bêyî, tê îda bizanibî ku çi bikî” (Sîlvya).

Mesela ji Kitêba Pîroz: Dawid. Cara Dawid dikete ber bayê meriva û pey xwestinên xwe diket. Lê ew ser şaşiyên xwe hîn dibû û her tiştî dikir, ku îda wan şaşiya neke. Ewî Yehowara dua dikir: “Dilekî paqij nav minda biefirîne û ruhekî rast nav minda ser hevda bîne” (Zebûr 51:10).

Xwegirtî be. Kitêba Pîroz dibêje: “Nehêle xirabî ser te keve, lê bi qenciyê tu ser xirabiyê keve” (Romayî 12:21). Ew tê hesabê ku teva girêdayî ye tê bikevî cêribandinê yan na, dêmek eva bijartina te ye.

Bifikire: Tu ça dikarî xwegirtinê nîşan kî, gava dikevî dereceke usa, ku tiştê nerast bikî?

“Ez difikirim derheqa vê yekê, ku wê çi biqewime hergê ez pey xwestina xwe kevim? Gelo ew yek minra dilrihetiyê bîne? Dibeke jî, lê wedelû. Lê paşê? Paşê ezê diha xirab xwe texmîn kim. Qe ew yek hêja ye? Na!” (Sofya).

Mesela ji Kitêba Pîroz: Pawlos. Rast e cara cem Pawlos jî xwestinên nerast pêşda dihatin, lê ew nedikete ber bayê van. Ewî nivîsî: “Ez zordariyê qalibê xwe dikim û wê zeft dikim” (1 Korintî 9:27).

Fikira sereke: Jîyîn wek rê ye, lê tu ajovan î. Û eva îda destê teda ye ku bikevî “çelên” cêribandina yan na.

Bîr neke ku xwestinên nerast wedelû ne. Mêlîsa ya ku 20 salî ye dibêje: “Gelek tişt ku mektebêda bona min cêribandin bûn, îda dîna min nakişînin. Cêribandinên niha jî wedelû ne, û heger ez pey xwestinên nerast nekevim, ezê bona tu tiştî poşman nebim”.