Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

3 | Karê Bistînin ji Meselên Kitêba Pîroz

3 | Karê Bistînin ji Meselên Kitêba Pîroz

KITÊBA PÎROZDA TÊ ŞIROVEKIRINÊ . . . Kesên amin yên ku “mîna me” bûn (AQÛB 5:17).

Ev Çi Tê Hesabê

Kitêba Pîrozda hene serhatiyên merivên amin, yên ku cûre-cûre êmosiya ser xwe texmîn dikirin. Wedê xwendina Kitêba Pîroz em dikarin pêbihesin, ku hestên wan jî mîna yên me ne.

Ev Yek Ça Dikare Alîkariyê Bide

Em hemû jî hewcê vê yekê ne, ku me fem bikin. Lê îlahî wî çaxî gava em ji bo nexweşiya êmosiyalî diçerçirin. Çaxê em serhatiyên xizmetkarên wedê berê dixûnin, em dikarin bivînin, ku hest û fikirên wan jî mîna yên me ne. Vê demê em fem dikin, ku ne tenê em himberî berxweketinê û êmosiya şer dikin.

  • Kitêba Pîrozda nivîsar e giliyên wan meriva, yên ku xwe tenê û bêçare texmîn dikirin. Te qe mîna Mûsa, Êlyas û Dawid xwe texmîn kiriye, ku gotiye: “Ez îda nikarim teyax kim”? (Jimar 11:14; 1 Padşatî 19:4; Zebûr 55:4).

  • Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa kulfeteke bi navê Hanna. “Êşa dilê” wê gelek giran bû, çimkî ew bêzuret bû û hewiya wê pê dikeniya (1 Samûyêl 1:6, 10).

  • Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa mêrekî bi navê Îbo. Rast e baweriya wî qewî bû, lê dîsa jî ew aliyê êmosiyalîda usa diçerçirî, ku got: “Ez ji jîyana xweva dikerihim: heta-hetayê jîyanê naxwazim” (Îbo 7:16).

Çaxê em pêdihesin, ku çawa xizmetkarên wedê berê dikaribûn himberî fikirên xweye nêgatîv şer kin, ew yek me dide bawerkirinê, ku em jî dikarin wedê strêsê teyax kin.