Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rastiyê Bigerin

Rastiyê Bigerin

Zanebûna rastîyê dikare jîyîna me xilaz ke. Mesele were em bifikirin ser vê pirsê: Çawa nexweşiyên hal bela dibin? Zanebûna vê yekê dikare jîyîna me xilaz ke.

Bi hezara sala tu kesî nikaribûye caba vê pirsê bistîne, û ji bo wan nexweşiyên giran bi mîlîona meriva jîyîna xwe unda kirine. Lê wede şûnda zandara karibûn rastiyê bivînin. Wana têderxist wekî sebebê wan nexweşiya gelek car mîkrob in yanê mîkroorganîzm, yên usa ça bakterî û vîrûs. Bi saya lêkolîna vê rastiyê, bi mîlîona meriv karibûne xwe ji gelek nexweşiya xwey kin û jîyîna xwe hinekî dirêj kin.

Lê em çi dikarin bêjin derheqa hine pirsên mayîn? Ça ser jîyîna me dikare hukum be caba wan pirsa?

  • Xwedê kî ye?

  • Îsa Mesîh kî ye?

  • Padşatiya Xwedê çi ye?

  • Çi axirî hîviya me ye?

Bi mîlîona meriva caba wan pirsa dîtine û jîyîna xwe bextewar kirine. Hûn jî dikarin ji caba wan pirsa karê bistînin.

TU DIKARÎ RASTIYÊ BIVÎNÎ?

Dibeke hûn difikirin: “Gelo çawa em dikarin caba rast ser hemû pirsa bivînin?” Bi rastî çiqas diçe, haqas hê çetin dibe caba rast ser wan pirsa bivînin. Çima?

Gelek meriv îtbariya xwe hukumetiyê, kompaniya û jûrnalîsta naynin yên ku yan çi rastiyê dibêjin. Çimkî gelek car çetin e bivînin firqiya orta îzbatî, nihêrandin yan jî derewiya wan. Û gelek car ewana ew usa eyan dikin, têbêjî ev rastî jî usa ne. Ji bo vê yekê cem meriya bêhesab fikir pêşda tên ku çi ye rastî.

Lê çi jî hebe, em dikarin bivînin cabên rast ser pirsên ferz yên ku jîyînêva girêdayî ne. Çi cûreyî? Bi saya feresetê xwe ku her roj didî xebatê.

ÇAWA TU RASTIYÊ LÊKOLÎN DIKÎ?

Dikarin bêjin meriv her roj lêkolîna dikin. Werên em şêwir kin mesela Cêsîkayê. Ew dibêje: “Alêrjiya keça min heye, ji bo fisteqên erdê. Hela hê hine protêîna fisteqa jî, dikare wê bikuje”. Cêsîka gerekê bizanibe wekî xwarina ku ew bona qîza xwe dikire, bêxof e. Ew dibêje: “Pêşiyê ez dixûnim, ku çi dikeve vê xwarinê. Paşê ez lêkolîna dikim û hela hê têklî dibim tevî wan kompaniya jî, ku pêbihesim derheqa xwarinên wan, çimkî ez seva keça xwe berxwe dikevim. Ez usa jî îzbat dibim, wekî malper û kaniyên din, kîderê ku lêkolîna dikim, bi îtbar in”.

Hemikî gava hûn cabên pirsên girîng digerin, wî çaxî dereca we usa giran nîne ça dereca Cêsîkayê. Lê mîna wê hûn dikarin bidine xebatê hine mêtoda, seva ku cabên pirsên girîng bivînin.

  • Îzbatiya pêbihesin.

  • Hê zêde lêkolîna bikin.

  • Îzbat bin, ku kaniyên lêkolîna we, bi îtbar in.

Ev yek dikare alî we bike bivînin cabên rast ser pirsên girîng. Lê çi cûreyî?

KITÊBEKE MEXSÛS YA RASTIYÊ

Çaxê Cêsîkayê rastiya Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, ewê da xebatê mêtoda ku dereca keça xweda dida xebatê. Ew dibêje: “Xwendin û lêkolînkirina bi xîret, alî min kirin bivînim rastiya Kitêba Pîroz”. Mîna Cêsîkayê, bi mîlîona meriv pêhesiyane, wekî Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa van pirsa.

  • Çima em hatine bûyînê?

  • Çi diqewime paşî mirinê?

  • Çima em diçerçirin?

  • Çawa Xwedê, wê hemû kul-derda bide hildanê?

  • Çawa em dikarin malbeta xwe bextewar kin?

Hûn dikarin caba wan û caba pirsên din pêbihesin, hergê Kitêba Pîroz bixûnin û hê zêde lêkolîna bikin bi onlayn ser www.ps8318.com.