Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | PÊŞKÊŞA GELEK QÎMET KU XWEDÊ DIDE TE

Pêşkêşa Gelek Qîmet

Pêşkêşa Gelek Qîmet

YORDAN pêşkêşa xwe hildide, ya ku bi cûrê gemiyê ye. Ev heye haceta bona tûjkirina qelema. Tê bêjî ev tişteke neberbiçev e. Lê bi rastî ev pêşkêşeke lape qîmet e seva Yordan. Ew dibêje: “Çaxê ez biçûk bûm, ev pêşkêş Rasêl da min, mêrekî emirda mezin, yê ku tevî neferên malbeta min hevaltî dikir”. Paşî mirina Rasêl, Yordan pêhesiya ku ewî wedê telî-tengiya gelek alî kalkê wî û dê-bavê wî dikir û berdilê wanda dihat. Yordan zêde dike: “Çaxê ez hê zêde derheqa Rasêl pêhesiyam, ev pêşkêşa biçûk ber çevê min daha qîmet bû”.

Mesele Yordan rind nîşan dike, ku ber çevê hine meriya, bahê pêşkêşê dikare yan biçûk be yan jî bê qîmet be. Lê çaxê merivekî spasdar pêşkêşê distîne, seva wî ev pêşkêş dikare pir qîmet be. Kitêba Pîroz jî qîmetê pêşkêşekê eyan dike: “Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jîyîna wîye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16).

Ev pêşkêş jîyîna heta-hetayê dide meriya! Gelo dinyayêda pêşkêşa ji vê qîmettir heye? Dibe  ku hine meriv qîmetê vê pêşkêşê têdernaxin, lê seva Mesîhiyên rast ev pêşkêş bi rastî jî mexsûs e (Zebûr 49:8; 1 Petrûs 1:18, 19). Çima Xwedê jîyîna Kurê xwe wek pêşkêş seva însanetê berva da?

Pawlosê şandî evê yekê usa şirovedike: “Bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû” (Romayî 5:12). Merivê pêşin Adem rind zanibû ku ji bo neguhdarîkirinê wê çi bê serê wî, lê yeke ewî gune kir û bi mirinê hate cezakirinê. Usa mirin ji Adem derbazî ser hemû zoretên wî bû.

“Maşê gune mirin e, lê pêşkêşa Xwedê jîyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa” (Romayî 6:23). Seva ku însanet ji torê mirinê aza be, Xwedê Kurê xwe Îsa Mesîh şande ser erdê, wekî ew jîyîna xweye bêqusûr seva meriya qurban ke. Bi vê qurbanê, yê ku usa jî eyan e çawa “kirîn”, hemû merivên ku baweriya xwe Îsa tînin, wê jîyîna herheyî bistînin (Romayî 3:24).

Bi saya qurbanbûna Îsa Mesîh, Xwedê gelek kerema li ser xizmetkarên xweda dibarîne. Derheqa vê yekê Pawlosê şandî dibêje: “Şikir ji Xwedê bona wê dayîna wîye ku nayê gotin!” (2 Korintî 9:15). Belê, bahê vê pêşkêşê usa mezin e, ku em nikarin bi giliya evê yekê eyan kin. Hemikî Xwedê gelek pêşkêş daye însanetê. Lê çima kirîn ji wan hemû pêşkêşa daha mexsûs e? Çida kirîn ji pêşkêşên din, ku Xwedê daye me, cude dibe? * Nihêrandina me li ser vê pêşkêşê gerekê çi cûreyî be? Em we teglîf dikin bixûnin cabên Kitêba Pîroz li ser wan pirsa, derheqa kîjana ku du gotarên mayînda tê gotinê.

^ abz. 8 Îsa bi hazirbûn “jîyîna xwe bona me da” (1 Yûhenna 3:16). Rast e qurbanbûna Îsa pareke ji qirara Xwedê bû, lê ev gotar heçî zef wê dîna me bide ser Xwedê ça Xilazkarê me, yê ku bi kirînê em xilaz kirin.