Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Telî-Tengiyên Me; Gelo Ev Cezakirin Ji Xwedê Ye?

Telî-Tengiyên Me; Gelo Ev Cezakirin Ji Xwedê Ye?

LÛYÎZA NIGEKÎ XWEDA TOPAL E. Çaxê ew biçûk bû, ew bi nexwaşiya polîomiyêlît nexwaş ket. Ev nexwaşiya usa ne, ku zîyanê dide sîstêma nêrvên bedenê. Çaxê ew 16 salî bû, kulfetekê, cem kîjanî Lûyîza dixebitî, gote wê: “Xwedê te ceza kiriye bi wê nexwaşiyê, çimkî te gura diya xwe nedikir û nes bûyî”. Paşî wê yekê wede derbaz bû, lê dîsa jî, bîra Lûyîzayê nediçû ku çawa ewan giliya dilê wê êşandin.

ÇAXÊ DAMARÎS PÊHESIYA KU KANSER SERÊ WÊDA HEYE, hingê bavê wê ji wê pirsî: “Te çi kiriye, ku ev yek hate serê te? Dibeke te tişteke gelek xirab kiriye, lema jî Xwedê te ceza dike”. Damarîs ji bo wan giliyê bavê xwe, gelek dilşkestî bibû.

Nava hezar salada meriva bawer dikirin, ku nexwaşî cezakirina ji Xwedê ye. Kitêba “Manners and Customs of Bible Lands”, usa dibêje: “Gelek merivên hêna Îsada, bawer dikirin ku “nexwaşî yan ji bo gunê meriva tê, yan ji bo gunên merivên wanî nêzîk. Dêmek ew tê cezakirinê ji bo wî guneyî”. Kitêba “Medieval Medicine and the Plague” dibêje, wekî paşî Îsa gelek qirne şûnda, “hine meriva bawer dikirin ku Xwedê bela tîne serê wan, çimkî wana ceza dike bona gunên wan.” Wekî usa ne, lê çaxê bi mîlyona meriv nav temamya Ewrûpayê dimirin ji bo bela qirna 14-da, ew yek ji Xwedê bû? Lê dibeke ew bela ji bo baktêriyên înfêksîyon pêşda hatin, çawa ku mêdîsîna gotibû? Hine meriv diqewime usa difikirin: “Gelo Xwedê meriva pê nexwaşiya dide çerçirandinê bona gunên wan?” a

ŞÊWIR KIN: Hergê nexweşî û tengasî cezakirina ji Xwedê ne, lê çima Kurê wî, dêmek Îsa merivên nexweş qenc dikir? Hergê nexwaşî ji Xwedê bûya, usa derdiket ku Ew, ne yekî heq û rast e (Metta 4:23, 24). Îsa wê tu car miqabilî Xwedê derneketa. Ewî got: “Ez her gav kirinêd ku wî xweş tên, dikim . . . û Bavê çawa temî li min kiriye ez usa dikim” (Yûhenna 8:29; 14:31).

Kitêba Pîroz derheqa Yehowa Xwedê zelal dibêje: “Neheqî cem wî tuneye” (Qanûna Ducarî 32:4, PKM). Mesele, Xwedê wê tu car usa neke ku teyare bikeve qeziyê, û ku usa gelek merivên neneheq bimirin! Derheqa rastiya Xwedê, Birahîm pêxember û qulixkarê Xwedêyî amin jî got, ku ewê “tevî neqenca . . . rasta” nekuje (Destpêbûn 18:23, 25, PKM). Kitêba Pîroz usa jî dibêje, wekî nabe “ku Xwedê xerabiyê bike û Yê ku hêza wî têra her tiştî dike, neheqiyê pêk bîne!” (Îbo 34:10-12).

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE DERHEQA TELÎ-TENGIYÊN ME

Telî-tengiyên ku rastî me tên, cezakirina ji Xwedê nînin, bona hine gunên me. Îsa xwexa zelal ev yek da kifşê, çaxê ewî û şagirtên wî dîtin merivê ku ji zikmakiyêda kor bû. Hingê “şagirtêd wî jê pirsîn: ‘Dersdar, gunê kê ye ku ev meriva kor ji diya xwe bûye? Gunê wî ye, yan yê dê û bavê wî?’ Îsa li wan vegerand û got: ‘Ne gunê wî ye, ne jî yê dê û bavê wî, lê ev yek aha bûye, wekî kirêd Xwedê li ser wî bêne eyankirinê’” (Yûhenna 9:1-3).

Diqewime şagirtên Îsa gelek ecêbmayî man, gava Îsa got ku ne ev merivê kor, ne jî dê-bavê wî gune nekiribûn, ku ew usa hatiye bûyînê. Fikira bona cezakirinê, wan çaxa belabûyî bû. Îsa ne ku tenê ew meriv qenc kir, lê bi wê yekê ewî usa jî wanara zelal kir, ku Xwedê meriya ceza nake bi nexwaşiyên giran (Yûhenna 9:6, 7). Ewên ku îro bi nexwaşiyên giran nexwaş in, dikarin berdiliyê bivînin çaxê pêbihesin ku Xwedê sebebê telî-tengiyên me nîne.

Çima Îsa merivên nexweş qenc dikirin, hergê Xwedê wana ceza dikir bona kirên wanî xirab?

Ew rêzên ji Kitêba Pîroz me qewî dikin

  • “Xwedê xirabiyada nayê cêribandinê û ne jî yekî dicêribîne” (AQÛB 1:13). Bi rastî jî “tiştên xirab”, çi ku nava gelek qirnada têne serê meriya, mesele nexwaşî, êş û mirin wê zûtirekê bêne hildanê.

  • Îsa Mesîh “hemû nexweş qenc kirin” (METTA 8:16). Îsa hemû meriya qenc dikir, yên ku dihatine cem wî, usa Ew da kifşê ku Padşatiya Xwedê wê li ser temamiya dinyayê çi bike.

  • “Ewê [Xwedê] ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (EYANTÎ 21:3-5).

KÎ YE SEBEBÊ TELÎ-TENGIYÊN ME?

Gelo çima însanet haqas diçerçire û êşê dikişîne? Nava terîxiya însanetêda, heta niha gelek meriv evê pirsê didin. Dêmek me fem kir ku Xwedê sebebê telî-tengiyên me nîne. Lê wekî usa ne, kî ye sebeb? Caba wan pirsa gotara dinda wê bê şêwirkirinê.

a Hemikî wedê berê Xwedê meriya ceza dikir bona hine gunên wan, lê Kitêba Pîroz nabêje ku niha Yehowa tiştên usa dide xebatê ça mesela nexwaşî, yan kul-derd, seva ku meriya bona gunên wan ceza bike.