Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Dikarî Jîyîna Xwe Bextewar kî?

Çawa Dikarî Jîyîna Xwe Bextewar kî?

JÎYÎNA meye îro cude dibe ji wê yekê, çi ku Xwedê seva me serê-sêrîda qirar kiribû. Erd gerekê tije bûya bi wan meriva, yên ku bixwestana Efirandar bibe serwêrê wan û rêberiyê wan bike, usa jî çev bidana xeyset-hunurên Wî. Xwedê dixwest wekî ewana yektiyêda bextewar bijîtana, wekî malbetên wan hebûna, tiştên teze pêbihesiyana û temamiya erdê bikirana cinet.

XWEDÊ SOZ DIDE WEKÎ JÎYÎNA ME, ALIYÊ BAŞDA BIGUHÊZE, ÇAWA KU EWÎ QIRAR KIRIBÛ

  • “Şera dide sekinandinê, her çar qulbêd dinyayê” (Zebûr 46:9).

  • “Wextê dayîna xelata . . . wextê xerakirina yên ku dinyayê xera dikin hat” (Eyantî 11:18, ÎM).

  • “Yê ku li wir rûdinê, wê nebêje: ‘Ez nexweş im’” (Îşaya 33:24).

  • “Yên ku bijartime, wê karên destên xwe kevin bikin” (Îşaya 65:22).

Gelo çawa ew pêxembertî wê bêne sêrî? Xwedê kurê xwe Îsa kifş kir ça Padşê Padşatiya xwe, kîjan ku ji ezmên wê serwêrtiyê bike. Kitêba Pîroz evê serwêrtiyê nav dike Padşatiya Xwedê (Daniyêl 2:44). Ev usa jî derheqa Îsa dibêje: “Û Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. Û ewê her û her  . . . padîşahiyê bike” (Lûqa 1:32, 33, ÎM).

Gava Îsa ser erdê bû, ewî gelek keremet dikirin, seva nîşan ke wekî Ew wê ça padşa, jîyîna însanetê aliyê başda biguhêze.

ÎSA DA KIFŞÊ, KU EWÊ ÇI BIKE BONA MERIVÊN GUHDAR

  • Ewî hemû cûre nexwaşî qenc dikirin (Metta 9:35).

  • Ewî ber dida seqirandinê, bi saya çi jî nîşan kir ku wê meriya biparêze û wê bikaribe tebiyetê kontrol ke (Marqos 4:36-39).

  • Ewî bi hezara meriya têr dikir, bi saya çi jî nîşan kir, ku wê bona hewcên wan xem ke (Marqos 6:41-44).

  • Ewî ser dewatê, av kire şerav bi saya çi jî nîşan kir ku wê aliyê meriya bike ji jîyînê lezetê bistînin (Yûhenna 2:7-11).

Çi cûreyî tu dikarî ewê jîyînê qazanc kî, kîjan ku Xwedê bona meriya qirar kiriye? Heye “riya” ku em gerekê xwe li vê bigirin. Kitêba Pîroz dibêje wekî tu gerekê bivînî “ew riya ku dibe berbi jiyînê”, çimkî “hindik in ewêd ku wê rêyê dibînin” (Metta 7:14).

DIVÎNIN RIYA EMIRÊ BAŞ

Çi ye riya jîyînê? Riya jîyînê ev heye hemû rêberî ku Xwedê dixwaze, wekî em xwe wê bigirin. Xwedê dibêje: “Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî” (Îşaya 48:17, DT). Hergê tu xwe li rêberiya Xwedê bigirî, jîyîna te wê diha bextewar be.

Îsa usa jî got: “Ez im, rê, rastî û jiyîn” (Yûhenna 14:6). Hergê em vê yekê bikin, çi ku Îsa dikir û çev bidine mesela wî, usa emê hê nêzîkî Xwedê bin û jîyîna me wê bextewar be.

Çawa tu dikarî riya jîyînê bivînî? Îro gelek rêlîgiya hene, lê Îsa got: “Ne ku ewê minra dibêje: ‘Xudan! Xudan!’ wê bikeve Padşatiya Ezmana, lê ewê bikevê, yê ku emirê Bavê minî Ezmana diqedîne” (Metta 7:21). Ewî usa jî got: “Hûnê wana ji berêd wan nas bikin” (Metta 7:16). Kitêba Pîroz dikare alî te bike, ku têderxî kîjan e rêlîgiya rast (Yûhenna 17:17).

Çawa tu dikarî ser riya jîyînê bisekinî? Dikeve nava vê yekê usa jî ev yek, ku hê zêde pêbihesî derheqa Kesê ku jîyîn daye hemûya. Gelo ew kî ye? Navê wî çi ye? Ew yekî çawa ne? Ew bona me çi dike? Ew çi ji me dewa dike? *

Xwedê dixwest ku meriv hê zêde tişt bikin, ne ku tenê bixebitin, bixwin, bilîzin û malbet saz kin. Em dikarin Efirandarê xwe nas bikin û bibine dostên wî. Hergê em qirara wî bînin sêrî usa emê nîşan kin, ku çiqas wî hiz dikin. Îsa got: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî” (Yûhenna 17:3).

BI KITÊBA PÎROZ, XWEDÊ “TIŞTÊN QENC TE HÎN DIKE” (ÎŞAYA 48:17).

GAVA PÊŞIN BAVÊJE, KU SER WÊ RÊ BISEKINÎ

Çaxê em pêdihesin Xwedê çi ji me dixwaze, ev yek me hêlan dike guhastina nav xweda bikin. Diqewime ev yek çetin bê kifşê. Lê bi rastî jîyîna me diha bextewar dibe, gava em destpêdikin ser vê rê herin. Seva ku derheqa Xwedê hê zêde pêbihesî, Şedên Yehowa dikarin alî te bikin hînkirina Kitêba Pîroz derbaz bî li vî cîyî û vî wedeyî, kîjan ku tera dest dide. Tu dikarî tevî me têklî bî bi malpera me www.ps8318.com.