Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Yehowa Rêberiya Min Kiriye

Yehowa Rêberiya Min Kiriye

GAVA ez cahil bûm, min xebata xwe gelek hiz dikir. Lê Yehowa rêke din nîşanî min kir. Tê bêjî ewî minra usa digot: “Ezê te aqil û serwaxt kim û rîya ku têda herî ber te vekim” (Zebûr 32:8). Ji ber ku min îzin da Yehowa wekî riya min rast bike, min gelek keremên ruhanî standin û min 52 sal Afrîkayêda xizmet kir.

RIYA MIN JI ÎNGLÎSTANÊ HETA AFRÎKAYÊ

Ez sala 1935-da bajarê Darlastonêda hatime bûyînê. Ji bo dûyê reş, ya ku ji gelek karxana derdiket, herêma me ça “Welatekî Reş” hate navkirinê. Gava ez weke 4 salî bûm, Şedên Yehowa tevî dê-bavê min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkirin. Min rastî qebûl kir, û sala 1952-da, gava ez 16 salî bûm, ez hatime nixumandinê.

Vê salê, ez karxanekêda hîn dibûm ku hacet û parên ereba çêdikirin, û ew xebat min gelek xweş dihat. Û min dixwest bibûma sêkrêtarê kompanyayê.

Rojekê, berpirsiyarê rêwî minra got, wekî ez civata Wîlnholêda, dêmek civata xweda hînbûna kitêbê derbaz kim. Lê bona vê yekê, min gerekê safîkirineke ferz bikira: Wî çaxî ez diçûme du civata. Nava heftiyêda, ez diçûm civata Bromsgrovê, ya ku nêzîkî xebata min bû û weke 32 km dûrî mala min bû. Xilaziya heftiyê, gava ez mala dê-bavê xweda dimam, ez diçûme civata Wîlnholê.

Min dixwest piştgiriya teşkîleta Yehowa bikim, lema jî min evê cabdariyê, ku berpirsiyarê rêwî minra got, qebûl kir. Lê bona vê yekê, lazim bû ez xebata xwe bihêlim. Bi saya rêberiya Yehowa, min jîyîneke xweş destpêkir, û ez tu car poşman nebûm.

Civata Bromsgrovê, min xûşkeke bi navê Ann nas kir, ya ku him bedew him jî ruhanîda qewî bû. Sala 1957-da, em zewicîn. Em tevayî pêşengên hertim û pêşengên mexsûs bûn, me usa jî tevayî şixulê berpirsiyartiyêda û Beytelêda xizmet kiriye. Bi saya Ann, jîyîna min gelek bextewar bû.

Sala 1966-da, em çûne Mekteba Gîledê. Paşî mektebê em hatine şandinê Malavyayê, welatekî ku ji bo dilgermî û mêvanhiziya cimetê ça “dilê germ” yê Afrîkayê dihate navkirinê. Wî çaxî, me nizanibû ku wêderê çi wê bê serê me.

MALAVYAYÊDA TENGASÎ DESTPÊDIBIN

Ereba ku me bona rêwîtiya Malavyayêda dida xebatê

Em meha Sibatê, sala 1967-da gihîştine Malavyayê. Meha pêşin, me temamiya wexta xwe ser hînbûna ziman xerc kir. Paşî vê yekê, me destpêkir şixulê nehiyê. Ereba me Cîp hebû, û hine kes difikirîn ku ev erebe dikare here her dera, heta çemara jî derbaz be. Lê bi rastî usa nîbû. Me tenê dikaribû ava nimizra derbaz bin. Em carna malên pê herî çêkirîda diman, û wedê demsala baranda lazim bû ku bin baniyê malêda brêzênt raxin. Belê, xizmeta me sêrîda hinekî çetin bû, lê me dîsa jî ev hiz dikir!

Meha Nîsanêda, ez pêhesiyam ku problêmeke mezin pêşda hat. Radyoyêda, min guh da gotareke prêzîdêntê, navê wî Hastîngs Banda bû. Ewî got ku Şedên Yehowa xercê dewletê nadin û dewletêda problêma pêşda tînin. Ev yek hemikî derew bû. Em gişk zanibûn ku problêm bi rastî ev bû, wekî em aliyê polîtîkêda tevnebûyînê xwey dikin. Problêma herî mezin ev bû, ku me xwera kartên endemê partiya polîtîkî nedikirîn.

Meha Îlonêda, me rojnemêda xwend ku prêzîdênt Şedên Yehowa sûcdar dike, wekî ewana hemû ciya dibine sebeba tevlihevbûnê. Ser civîneke polîtîkî ewî got ku dewleta wî wê zû tiştekî bike, wekî Şedên Yehowa bêne qedexekirinê. Sala 1967-da, 20 Cotmehê, ev qanûn kete qewatê. Wexteke kin paşî vê yekê, polîs û merivên dewletê ku bona êmîgranta cabdar bûn, hatin wekî fîlîala me dadin û mîsyonêra ji welat derxin.

Sala 1967: Ez, Cêk û Lînda Cohanson, me digirin û ji Malavyayê derdixin

Paşî ku em sê roj kelêda mabûn, me şandine ser girava Mewrîtûsê, ya ku bin kontrola Brîtanyayêda bû. Lê dewleta Mewrîtûsê îzin neda, ku em ça mîsyonêr wêderê bimînin. Lema, teşkîletê em şandin Rodêzyayê (niha Zîmbabwe tê navkirinê). Gava em gihîştine wêderê, merivekî dewletê ku bona êmîgranta cabdar bû, îzin neda wekî em bikevin welêt û sert gote me: “Hûn pêşiyê ji Malavyayê û paşê ji Mewrîtûsê hatin derxistinê. Niha jî hûn hatine vira, çimkî hûn difikirin ku dilê we çi dixwaze, hûn dikarin vê yekê bikin”. Ann giriya. Em difikirîn ku em tu kesîra nelazim in. Wê demê, min dixwest vegeriya mala xwe, Înglîstanê. Axiriyêda, wana îzin dane me, wekî em şev fîlîalêda bimînin, lê wana dixwest ku em roja din herin ofîsa sereke ya êmîgranta. Em gelek westiyayî bûn, lê me her tişt da destê Yehowa. Roja din, nîvro, mera îzin dan, ku em ça tûrîst Zîmbabweda bimînin. Ezê tu car bîr nekim ku wê rojê, ez çiqas şa bûm. Ez îzbat bûm ku Yehowa rêberiya me dike.

KIFŞKIRINEKE TEZE

Sala 1968: Tevî Ann, Beytela Zîmbabweyêda

Fîlîala Zîmbabweda, ez Îdara Xizmetiyêda hatime kifşkirinê, kîjan ku bona şixulên Malavî û Mozambîkê cabdar bû. Wan salada, xûşk-birên Malavyayê rastî zêrandina giran dihatin. Pareke şixulê min ev bû, wekî elametiyên ku berpirsiyarên mihalê yên Malavyayê dişandin, welgerînim. Carekê, gava ez heta nîvê şevê dixebitîm, wekî welgerandina elametîkê xilaz kim, ez seva peyketina xûşk-bira, giriyam. * Lê ez aminî, bawerî û sebira wanra firnaq dibûm (2 Korintî 6:4, 5).

Çi destê me dihat me dikir, wekî bona xûşk-birên ku hê Malavyayêda bûn û bona yên ku seva zêrandinê reviyabûn Mozambîkê, xwarina ruhanî hazir kin. Koma welgera ya zimanê Çîçêwayî, derbazî fêrmeke mezin bû, ku ya birakî ji Zîmbabweyê bû. Bi saya ofîs û xaniyên ku ev birê destvekirî bona welgera ava kiribû, wana dikaribû şixulê welgerandinê berdewam kira.

Her sal me gazî berpirsiyarên mihalê yên ji Malavyayê dikir, wekî ewana bêne ser civata mezin Zîmbabweyêda, ser zimanê Çîçêwayî. Wêderê, wana gotarên bona civata mezin distandin. Gava ewana vedigeriyan Malavyayê, wana çi ji destê wan dihat dikir, wekî van gotara bidin destê bira. Carekê, gava ewana hatine Zîmbabweyê, me Mekteba Xizmetiyê bona berpirsiyarên mihalê derbaz kir, seva ku wana qewî kin.

Zîmbabweyêda, ez ser civata mezin ser zimanên Şona û Çîçêwayî, gotareke ser zimanê Çîçêwayî dixûnim

Meha Sibatê, sala 1975-da, ez çûm bal xûşk-birên ku ji Malavyayê reviyabûn kampên Mozambîkê. Kampada, wana bi aminî li gora rêberiya teşkîletê her tişt dikir. Mesele, wana destpêkiribû komên rûspiya saz kin. Rûspiyên teze şixulên ruhanî saz dikirin, mesele gotar, şêwirkirina rêza rojê û jûrnala “Birca Qerewiliyê” derbaz dikirin û usa jî civatên mezin. Çawa wedê civata mezin, kampada jî îdara paqijkirinê, belakirina xwarinê û îdara bêxofiyê hebûn. Bi saya kerema Yehowa, ew birên amin gelek şixulên mezin dianîne sêrî, û min ji wana gelek hêlan distand.

Weke sala 1979-da, fîlîala Zambyayê îda bona Malavyayê cabdar bû. Dîsa jî, min û gelek kesên din, me bona halê xûşk-birên ji Malavyayê xem dikir, û me bona xûşk û birên wêderê dua dikir. Min ça endemekî Komîtêya Fîlîala Zîmbabweyê xizmet dikir, û ez tevî birên cabdar ji Malavyayê, Afrîkaya Başûr û Zambyayê, çend cara tevî wekîlê Koma Rêberiyê top dibûn. Her car, me pirseke usa dida: “Gelo dîsa tiştekî din heye, ku em dikarin bona xûşk-birên Malavyayê bikin?”

Wede şûnda halê Malavyayê diha sivik bû. Xûşk-birên ku ji welat reviyabûn, hêdî-hêdî vegeriyane Malavyayê, û halê kesên ku wêderê mabûn, îda baş dibû. Welatên der-dor, yên ku şixulên Şedên Yehowa qedexe kiribûn, îda îzin didan wekî em şixulê xwe aza bînin sêrî. Sala 1991-da, dewleta Mozambîkê jî îzin da Şedên Yehowa. Em berxwe diketin ku Şedên Yehowa yên Malavyayê wê kengê aza bin.

EM VEDIGERIN MALAVYAYÊ

Axiriya-axiriyê, halê polîtîkî Malavyayêda hate guhastinê, û qedexekirina şixulên Şedên Yehowa hate hildanê. Rojekê, mîsyonêrek ji min pirsî: “Gelo tuyê vegerî Malavyayê?” Wê demê, ez 59 salî bûm, lema min got: “Na, ez îda kal bûme”. Lê wê rojê Koma Rêberiyê mera neme şand û teglîf kir wekî em vegerin wêderê.

Me xizmetiya Zîmbabweyêda gelek hiz dikir, lema ev yek bona me safîkirineke çetin bû. Em îda hînî jîyîna Zîmbabweyêda bibûn, û wêderê hevalên me hebûn. Koma Rêberiyê bi dilovanî mera got ku hergê em naxwazin, em mecbûr nînin herin. Lema jî me dikaribû safî kira ku Zîmbabweyêda bimînin. Lê ez derheqa Birahîm û Sarayê difikirîm, yên ku emirê xweyî mezinda guh dane Yehowa û mala xweye rihet hîştin çûn (Destpêbûn 12:1-5).

Axiriyêda, me safî kir wekî li gora rêberiya teşkîleta Yehowa bikin. Sala 1995-da, 1 Sibatê, 28 sal paşî ku em cara pêşin gihîştibûn wêderê, em dîsa vê terîxê vegeriyan Malavyayê. Wêderê Komîtêya Fîlîalê hate sazkirinê, û ez û du birên din, em ça endemên Komîtêya Fîlîalê hatine kifşkirinê. Me derbêra destpêkir şixulên Şedên Yehowa tezeda organîze kin.

YEHOWA ŞIXULÊ ME KEREM DIKE

Bi saya kerema Yehowa, şixulê me zû pêşda diçû. Sala 1993-da, hejmara mizgînvana weke 30 000 bû, lê sala 1998-da, zêdetirî 42 000 mizgînvan hebûn. * Şixulê me gelek zêde dibû, lema jî Koma Rêberiyê îzin da, wekî Beyteleke teze bê avakirinê. Me bajarê Lîlongwêda 12 hêktar erd kirî, û ez ça endemekî komîtêya avakirinê hatime kifşkirinê.

Meha Gulanê, sala 2001-da, birê Gay Pîrs, yê ku endemê Koma Rêberiyê bû, gotara bona tesmîlkirina avayên teze xwend. Zêdetirî 2 000 xûşk-birên ji vê herêmê hatin ser vê gotarê. Nîvê zef ji wan zêdetirî 40 sal pêşda hatibûn nixumandinê. Ev xûşk-birên hêja, gelek sala nava zêrandinên giranda Yehowara amin mabûn. Rast e ewana kesîb bûn, lê aliyê ruhanîda gelek dewlemend bûn. Wê rojê, gava ewana çev Beytela teze ketin, ewana gelek şa bûn. Gava ewana Beytelêda digeriyan, wana ezberî pê qeydê Afrîkayê kilamên bona pesinê Yehowa distira. Bona min, ew roj bi rastî jî rojeke mexsûs bû. Min bi çevê xwe dît wekî Yehowa kesên ku nava tengasiyada amin dimînin bi merdanî kerem dike.

Paşî xilazkirina avakirina Beytelê, gelek Odên Civatê jî hatine avakirinê, û ez çend cara çûm ku gotara tesmîlkirina odeke teze bixûnim. Odên Malavyayêda bi mêtodeke lezkirî, ya bona avakirina odên welatên nedewletîda, dihatine avakirinê. Berê, hine civat avayên pê dar çêkirîda top dibûn. Banên van avaya ji gîha bûn, û xûşk-bira ser kursiyên dirêj, yên ku ji herî dihatin çêkirinê, rûdiniştin. Paşê xûşk-bira îda bi dil û can agûr çêdikirin û odên xweşik ava dikirin. Lê wana dîsa jî dixwest ku van odada kursiyên dirêj hebin, çimkî ça tê gotinê, ser kursiyên dirêj hertim bona merivekî cî tê dîtinê!

Usa jî, dilê min gelek şa bû ku Yehowa çawa alî meriva kiriye, wekî ewana ji aliyê ruhanîva pêşda herin. Malavyayêda gelek birên cahil hazir bûn, wekî şixulên teşkîletêda bixebitin, û bi saya hînkirina teşkîletê, ewana zû hînî van şixula dibûn. Wede şûnda, wana Beytelêda û civatada, diha zêde cabdarî distandin. Usa jî, gelek berpirsiyarên mihalêye teze hatine kifşkirinê, wekî civata hêlan bikin. Gelek ji wan zewicî bûn, û wana dîna xwe nedida ser erf-edeta û ser giliyên merivên xweyî nêzîk, kîjan ku wana hêlan dikirin zara bînin. Wana dixwest wext û qewata xwe bi temamî bona Yehowa xerc kin.

EZ TU CAR BONA SAFÎKIRINÊN XWE POŞMAN NEBÛM

Tevî Ann, Beytela Brîtanyayêda

Paşî ku min 52 sal Afrîkayêda xizmet kiribû, sihet-qewata min sist bû. Koma Rêberiyê xwestina Komîtêya Fîlîalê qebûl kir, wekî me bişînin Brîtanyayê. Em xemgîn bûn ku gerekê em kifşkirina xweye xweş bihêlin, lê em îda emirda mezin bûn û em şêkirdar in ku xûşk-birên ji Beytela Brîtanyayê me bûne xweyî.

Ez tu car poşman nebûm ku min îzin daye, wekî Yehowa riya min rast bike. Hergê min xwe bisparta aqilê xwe, ezê biketama rêke din. Ez gelek şa me ku Yehowa rêberiya min kiriye (Metelok 3:5, 6). Gava ez xort bûm, min xweş dihat kompanyake mezinda bixebitim. Lê teşkîleta Yehowa şixulekî diha baş da min. Bona min, xizmeta Yehowa xweştir tiştek tune!

^ Bona terîxa Şedên Yehowa Malavyayêda, kitêba “Hersalî ya Sala 1999”, rûp. 148-223 binihêre.

^ Malavyayêda niha zêdetirî 100 000 mizgînvan hene.