Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIN! № 1, 2022 | Dinya Halekî Giranda ne; Ça Qewatê Bistînin

Halê dinyayê çiqas diçe haqas xirab dibe. Lema jî em rastî gelek çetinaya tên, mesele teşqelên tebiyetê û problêmên ku meriv pêşda tînin. Pêbihese hela ça tu dikarî wan çetinayada teyax kî û çi bikî, wekî xwe û malbeta xwe biparêzî.

 

Dinya Halekî Giranda ne; Ça Qewatê Bistînin

Çaxê tu rastî kul-derda têyî, hazir be tiştekî bikî, ku xwe û malbeta xwe biparêzî.

1 | Sihet-Qewatê Xwey kin

Çiqas hê baş tu sihet-qewata xwe baş xwey kî, haqas hê rind û hêsa tu ber derecên giran teyax kî.

2 | Pere û Hebûnê Xwey kin

Tu perê xwe çiqas hê rast xerc kî, haqas hê baş tuyê bikaribî krîzîsêda ebûra xwe bikî.

3 | Heleqetiya Baş Xwey kin

Dîna xwe bide şîretên kêrhatî, yên ku dikarin zewaca te, hevaltiya te û heleqetiya teye tevî zara biparêzin.

4 | Hêviya Xwe Xwey kin

Kitêba Pîroz alî me dike, ku ber problêmên jîyînê teyax kin û qewatê bistînin. Ew usa jî hêviya baş bona axiriyê dide.

Vê Jûrnalêda

Bixûne gotara, yên ku dikarin alî te û malbeta te bikin, ku ber çetinaya teyax kî.