Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | HÛN DIXWAZIN KITÊBA PÎROZ HÎN BIN?

Hînbûna Kitêba Pîroz Bona Hemûya

Hînbûna Kitêba Pîroz Bona Hemûya

Şedêd Yahowa têne naskirinê bi dannasînkirinê. Lê hûn zanin ku em usa jî derbaz dikin hînbûna Kitêba Pîroze bi bernama hemdinyayê?

Di sala 2014-da, 8 000 000 zêdetir Şedêd Yahowa di 240 welatada, her meh derbaz kirine weke 9 500 000 hînbûna Kitêba Pîroz. a Rastî jî, ew hejmara merivêd ku tevî me Kitêba Pîroz hîn dibin, ji hejmara hine welata zêdetir e, û weke 140 welatêd usa hene.

Seva ku ew şixulê hînkirinê biqedînin Şedêd Yahowa her sal neşir dikin weke mîlyardek û nîv hev Kitêba Pîroz, kitêb, jûrnal, û tiştêd mayîne bona hînbûna Kitêba Pîroz, weke li ser 700 zimana! Ew neşirkirina girîng, mecalê dide meriva wekî Kitêba Pîroz hîn bin ser kîjan zimanî dixwazin.

HÎNBÛN ÇI CÛREYÎ DERBAZ DIBE?

Formata Kûrsa Hînbûnê Çi Cûre Ye?

Em cûre-cûre têmêd Kitêba Pîroz dijbêrin û rêzêd ji Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, kîjan ku tevî wan têma girêdayî ne. Mesele, Kitêba Pîroz caba van pirsa dide: Kî ye Xwedê? Ew çi cûreyî ye? Navê wî heye? Ew ku dijî? Em dikarin nêzîkî wî bin? Lê lazime bizanibin, ku wan caba di Kitêba Pîrozda kîderê bivînin.

Seva ku alî meriya bikin wekî ewan caba bivînin, em didine xebatê kitêba bi 224 rûpêla, navê vê ye “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz? b Ew kitêba hatiye çêkirinê seva ku alî meriva bikin, wekî fem bikin hînkirinêd serekeye Kitêba Pîroz. Nava wêda ne dersêd derheqa Xwedê, Îsa Mesîh, kul-derdêd meriva, saxkirin, duakirin, û gelek têmêd mayîn.

Kengê û kîderê dikarin hînbûnê derbaz kin?

Hînbûnê dikarin derbaz kin wî wedeyî û wî ciyî ça wera dest dide.

Hînbûn çiqas wede dikişîne?

Gelek meriv Kitêba Pîroz heftê carekê weke sihetekê hîn dibin. Lê wede bona hînbûn kifşkirî nîne. Em pê grafîka we dikarin bên. Hinek her heftî 10 yan 15 deqa hîn dibin.

Seva ku ewê hînbûnê bi temam derbaz bin çiqas pere lazim e?

Hînbûn û kitêbêd hînbûnê bê pere ne. Çimkî Îsa Mesîh temî da şagirtêd xwe: “We bêheq standiye, bêheq jî bidin” (Metta 10:8).

Seva ku ewê hînbûnê bi temam derbaz bin çiqas wext lazim e?

Ew yek weva girêdayî ye. Di kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîrozda?” 19 ders hene. Hûn xwexa dikarin safî kin her carekê çiqasî derbaz bin.

Gelo ezê borcdar bim bibime Şedêd Yahowa?

Na. Em zanin ku îzina her kesî heye wekî bijbêre çi bawer ke. Meriv ku pêdihese hînkirinêd sereke ya Kitêba Pîroz, xwexa wê safî ke çi bijbêre.

Kîderê ez dikarim înformasiya zêde bistînim?

Malpera jw.org înformasiya rast dide derheqa baweriya û karkirina Şedêd Yahowa.

Ez çi gerekê bikim wekî tevî min Hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin?

  • Xwestina xwe bi onlayn binivîsin ser malpera www.ps8318.com.

  •  
  • Têklî bin tevî Şedêd Yahowa ku nêzîkî we dimînin.

a Hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin tevî merivekî yanê jî bi kom.

b Şedêd Yahowa neşir kirine. Ev kitêb 230 mîlyon hevî zêdetir hatiye neşirkirinê li ser 260 zimana zêdetir.