Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

1

Navê Xwedê Peymana Kevinda

Navê Xwedê Peymana Kevinda

Navê Xwedê nivîsar e bi herfên Îbranîye kevin, yên ku pêşiya dîltiya Babîlonêda didane xebatê

Navê Xwedê nivîsar e bi herfên îbraniya, yên ku paşî azabûna ji dîltiya Babîlonêda didane xebatê

Peymana Kevinda navê Xwedê weke 7 000 cara hatiye nivîsarê, bi van çar herfên Îbranîye nedenganî (יהוה). Ew çar herf tê navkirinê ça Têtragramaton. Lê welgerandina “Dinya Tezeda” ew çar herfên nedenganî hatine welgerandinê usa: “Yehowa”. Kitêba Pîrozda ji hemû nava lape zef ew nav hatiye xebitandinê. Ew nivîskarên ku ji bîna ber Xwedê dinivîsîn, çaxê derheqa Xwedê dinivîsîn sernavên wî didane xebatê, mesele “Himzor”, “Herî Mezin” û “Xudan”. Lê çaxê wana dixwest navê Xwedê hildin, xût Têtragramaton didane xebatê, çimkî navê Xwedê yê şexsî ew e.

Yehowa Xwedê xwexa usa rêberî kiriye, wekî ewên ku Kitêba Pîroz dinivîsîn, navê wî bidine xebatê. Ewî kire hişê Yowêl wekî binivîse giliyê usa: “Kî bangî navê Xudan [Yehowa, DT] bike wê xilaz bibe” (Yowêl 2:32). Û Xwedê zebûrbêj hêlan kir wekî binivîse: “Bira meriv bizanibin ku navê te Yehowa ye, û li ser temamiya erdê yê Herî Jorin tenê tu yî” (Zebûr 83:18, DT). Kitêba Zebûr hatiye nivîsarê bi şêra, wêda gelek kilam û gotinên cimeta Xwedê hene. Hema tenê kitêba Zebûrêda weke 700 cara navê Xwedê hatiye xebitandinê. Lê çira gelek welgerandinada navê Xwedê tune ye? Yan jî çira welgerandina “Dinya Tezeda” nivîsîne – “Yehowa”? Û navê Yehowa çi tê hesabê?

Destnivîsara ji Zebûrê, ya Bera Mirî, ya ku destpêka qirna yekêda D.M. hate nivîsarê. Ew hate nivîsarê bi herfên Îbranî, yên ku paşî azabûna ji dîltiya Babîlonêda didane xebitandinê. Lê Têtragramaton tê kifşê ku lap bi herfên din nivîsar in, dêmek bi herfên Îbranîye berê

Çira gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda navê Xwedê tune? Gelek menî hene. Hinek dişirmîş dibin, wekî nelazim e navê Xwedêyê Himzor hebe. Hinek jî bin hukumê edetê Cihûyada nin, û ji tirsa ku navê Xwedê bêhurmet nekin, ewî navî qet nadine xebatê. Hinek jî bawer dikin, ku tu kes nizane rast navê Xwedê ça tê gotinê, lema hê baş e tenê sernavên wî bidin xebatê, mesele “Xwedê” yan “Xudan”. Niha emê binihêrin 3 meniya, yên ku didine kifşê ku dişirmîşbûna usa ne rast e:

  • Ewên ku dişirmîş dibin, wekî Xwedêra nav nelazim e, ewana înkar dikin îzbatkirina destnivîsarên Xebera Xwedêye wedê berê, usa jî destnivîsarên pêşiya Îsa Mesîh, kîderê ku navê Xwedêyî şexsî nivîsar e. Ça pêşda hate gotinê, Xwedê xwexa rêberî kir wekî navê wî Xebera wîda weke 7 000 cara bê nivîsarê. Ew yek dide kifşê, ku Xwedê dixwaze wekî em navê wî bizanibin û bidin xebatê.

  • Ew welgerên ku bi edetê Cihûya navê Xwedê ji Kitêba Pîroz derdixin, faktek hilnadin hesab. Rast e berê nivîskarên Cihû navê Xwedê ne didane xebatê, lê yeke wana nivîsandinên xweda navê Xwedê dinivîsîn. Kitêba gulometkkirîye berêda, kîjan ku Kûmranêda ber Bera Mirî hatiye dîtinê, gelek ciya navê Xwedê nivîsar e. Hine welgerên Kitêba Pîroz seva ku bidine kifşê, ku navê Xwedê kîderê nivîsar e, wêderê sernavê Xwedê bi herfên mezin “XUDAN” nivîsîne. Lê pirsek pêşda tê, heger wan welgera zanibûn wekî Kitêba Pîrozda navê Xwedê bi hezara car nivîsar e, lê çira wana îzin da xwe navê Xwedê derxin yan jî biguhêzin? Yan jî, kê ew îzin daye wan wekî ewê guhastinê bikin? Caba wan pirsa em nizanin.

  • Ewên ku dibêjin wekî navê Xwedê gerekê nedin xebatê, çimkî rast nizanin ça tê gotinê, navê Îsa arxayîn didine xebatê. Qirna yekêda şagirtên Îsa navê wî usa ne digotin ça Mesîhiyên îroyîn, wana cûrekî din digot. Mesele, Mesîhiyên Cihû navê Îsa digotin ça Yêşûa. Lê sernav “Mesîh” digotin Mêsîah. Mesîhiyên ku bi zimanê Yûnanî xeber didan navê Îsa bi vî cûreyî hildidan Îêsûs Xrîstos, lê yên ku bi zimanê latînî xeber didan, navê wî bi vî cûreyî hildidan Îêsûs Krîstûs. Ji bîna ber Xwedê, dêmek bi xwestina Xwedê, Kitêba Pîrozda ya ser zimanê Yûnanî, navê Îsa hatiye nivîsarê usa ça ku bi zimanê wan tê gotinê. Ewa yeka dide kifşê ku qirna yekêda Mesîhiya bi serwaxtî dikirin, çaxê navê wî usa hildidan, çawa ku ser zimanê wan dihate gotinê. Komîtêya “Welgerandina Dinya Teze” jî hate li ser wê nêtê, ku rast e ewana nizanin berê Îbraniya navê Xwedê ça digotin, lê bi serwaxtî ye wekî navê Xwedê – “Yehowa” binivîsin.

Çira “Welgerandina Dinya Tezeda” navê Xwedê xût bi wî cûreyî tê nivîsarê “Yehowa”? Çar herfên Têtragramatonê (יהוה) ser zimanê Kurdî Kurmancî bi van çar herfên nedenganî YHWH têne gotinê. Ser zimanê Îbranîye kevin tu xeberêda herfên denganî ne dihatine nivîsarê, lema jî Têtragramatonêda herfên denganî tunene. Çaxê zimanê Îbranîye kevin xeberdana her rojîda dihate xebitandinê, meriyên ku dixwendin, hêsa têderdixistin ku kîjan herfên denganî xeberdanêda bidine xebatê.

Çaxê meriva bi zimanê Îbranî dinivîsîn, herfên denganîye usa ne didane xebatê mesele “a, ê, û , î, o”. Lê meriva zanibûn ça gerekê bê gotinê, çimkî xeberdanêda dengên denganî timê didane xebatê. Paşî xilazbûna nivîsandina Peymana Kevin weke hezar sal derbaz bû, û Cihûya ji bo baweriya pûç dewsa navê Xwedê sernavê wî “Xudan” didane xebatê. Çimkî ewana dişirmîş dibûn ku îzin tune ye wekî navê Xwedê hildin, û çaxê dixwendin, dewsa navê Xwedê digotin “Xudan”. Lema jî roja îroyîn em nizanin xizmetkarên Xwedêyî berê navê wî ça hildidan (Destpêbûn 13:4; Derketin 3:15, di welgerandina “Înstîtûta Welgerandina Kitêba Pîroz” spartinêda usa nivîsar e: “Bi zimanê Îbranî xebera ‘Xudan’ YHWH nivîsar e, û tê xwendinê çawa ‘Yahweh’). Belê, hine zandar dişirmîş dibin ku navê Xwedê hatiye gotinê “Yahweh”. Hinek nivîskar jî dibêjin ku usa dihate gotinê Îaê, Îaûê, û Îabê. Rast e em nizanin berê ser zimanê Îbranî navê Xwedê ça digotin, lê em zanin wekî Xwedê xwexa gelek car navê xwe cimeta xwera digot, gava tevî wan xeber dida. Û wana navê Xwedê dida xebatê çaxê tevî kesekî derheqa Xwedê xeber didan, û çaxê tevî Xwedê xeber didan (Derketin 6:2; 1 Padşatî 8:23; Zebûr 99:9).

Têtragramaton YHWH: “Ew Dike Wekî Bibe”

Xebera HWH: “bibe, bûyîn”

Çi tê hesabê navê Xwedê Yehowa? Ser zimanê Îbranî navê Xwedê tê hesabê “bibe, bûyîn”. Komîtêya “Welgerandina Dinya Teze” hesab dike, ku ew nav tê hesabê “Ew Dike Wekî Bibe”. Derheqa wê yekê dişirmîşbûna zandara cûre-cûre ye, lema jî em nikarin bona wê yekê bi dogmatîk xeber din. Lê bi rastî ev şirovekirina navê Xwedê “Ew Dike Wekî Bibe”, Wî tê, çimkî ew e Efirandarê hemû tiştî û ew hemû nêtên xwe tîne sêrî. Xêncî wê yekê, ku ewî dinya û efrînên aqil efirand, ew serda jî hêdî-hêdî nêt û qirarên xwe tîne sêrî.

Kitêba Derketin 3:14-da nivîsar e ku “Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim Bibim, DT”. Ew tê hesabê ku Yehowa dikare bibe ew, kê jî lazim tê, seva ku hemû nêtên xwe û sozên xwe bîne sêrî. Rast e ev navê Xwedê tê hesabê wekî ew dikare bibe ew kê jî bixwaze, lê ew nayê hesabê ku Xwedê tenê xwexa dikare bibe, Ew usa jî dikare usa bike, wekî efrînê wî bibe ew kê jî Ew dixwaze ku bibe, seva ku qirara xwe bîne sêrî.