Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 3

Qirara Xwedê seva Erdê Çi ye?

Qirara Xwedê seva Erdê Çi ye?
  • Qirara Xwedê seva însanet çi ye?

  • Ça dijminê Xwedê miqabilî Xwedê rabû?

  • Di axiriyêda emir li ser erdê wê çi cûreyî be?

1. Qirara Xwedê seva erdê çi ye?

QIRARA Yahowa Xwedê seva erdê bi rastiyê jî gele baş e. Yahowa dixwaze ku erd bi merivên bextewar tije bibe, yên ku wê sihet-qewat bin û tu car nexweş nekevin. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî Yahowa “Xwedê Êdênêda baxçek daçikand . . . û ji erdê her dar şîn kirin, yê ku dîtinêra hewaskar û xwarinêra xweş” bûn. Paşî wê yekê ça Xwedê merivên pêşin Adem û Hêwa efirand, ewî ewana kire vî baxçê bedew û gote wan: “Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtiyê lê bikin” (Destpêbûn 1:28; 2:8, 9, 15, PKM). Dêmek, ça tê kifşê qirara Xwedê ew bû, wekî meriv li hev zêde bûna, erd bêcerkirana, hin jî miqatî heywana bûna. Bi vê yekê Xwedê dixwest, wekî temamiya erdê bibûya cinet.

2. (a) Em ji ku zanin, wekî qirara Xwedê wê bê sêrî? (b) Çi em ji Kitêba Pîroz pêdihesin, kîjan meriv di cinetêda wê heta-hetayê bijîn?

2 Lê ça tu dişirmîş dibî, qirara Yahowa Xwedê wê bê sêrî? Merî rastî wê di cinetêda li ser erdê bijîn? Di Kitêba Pîrozda derheqa Xwedê nivîsar e: “Xwedê ne însan e ku derewa bike . . . Ewî got wê neke? Xeber da wê neyne sêrî?” (Jimar 23:19, PKM; Îbranî 6:17, 18). Belê, Yahowa wê eseyî hemû sozên xwe bîne sêrî! Kitêba Pîroz dibêje ku Yahowa Xwedê erd badîhewa ne efirandiye, lê seva ku meriv li ser bijîn (Îşaya 45:18). Lê kîjan meriv wê di cinetêda bijîn? Û ewana wê çiqas wede bijîn? Kitêba Pîroz caba van pirsa dide: “Kesên rast wê rûyê erdê, . . . bistînin û her û her li ser bijîn” (Zebûr 37:29, AB; Eyantî 21:3, 4).

3. Roja îroyîn emirê me çi cûreyî ye, û ji bo vê yekê kîjan pirs têne pêşiya me?

3 Lê ça em dibînin, roja îroyîn meriv nexweş dikevin, dimirin, şer dikin û hev dikujin. Dêmek qirara Xwedê derheqa jîyîna meriya nehate sêrî. Lê gelo çira? Gelo çi qewimî? Tu kitêbeke terîxiyê nikare caba van pirsa bide, çimkî sebebê hemû kul-derda li ezmana destpêbû.

ÇA MILYAKETEK XWEDÊRA BÛ DIJMIN

4, 5. (a) Kî mer da xebatê, wekî Hêwayêra xeber da? (b) Ça merîkî namûs û helal dikare bibe diz yan mêrkuj?

4 Di Kitêba Pîrozda, Destpêbûnêda tê gilîkirinê, wekî di baxçê Adenêda, milyaketek miqabilî Xwedê rabû. Li ser wî usa jî tê gotinê ku ew mîna “mer e”. Di kitêba Eyantîda tê gotinê ku: “Jêra Mîrêcin û Şeytan dibêjin, yê ku temamiya dinê xalifandiye”. Usa jî li ser wî dibêjin “merê berê” (Destpêbûn 3:1; Eyantî 12:9). Ev milyaketê qewat, yê ku nayê dîtinê, mer da xebatê, wekî Hêwayêra xeber de. Ewî usa kir, wekî mer bi dengê meriya xeber da. Bêyî şik, ev milyaketê qewat pêşiya erdê hatibû efirandinê (Îbo 38:4, 7).

5 Çimkî hemû tiştên ku Xwedê efirandiye bêqusûr in, pirs pêşda tê: lê “Mîrê-cina” ji kîderê hat? Wekî kin bêjin, pêşiyê ew mîna hemû milyaketa bû, lê paşê ewî xwexa xwe kire Mîrê-cina. Mesele, te tiştê usa bihîstiye, wekî merîkî namûs û helal bibe diz yan mêrkuj? Carna tiştên usa diqewimin, usa nîne? Lê ça kesek dikare bibe xirab û nerastiyê bike? Dibek jî pêşiyê ew meriv tenê di dilê xweda derheqa tiştekî nerast dişirmîş be. Lê paşê, hergê ew her gav derheqa vê nêta xweye nerast dişirmîş be, ewê rojekê eseyî vê nêtê bîne sêrî. (Bixûne Aqûb 1:13-15.)

6. Ça milyaketekî Xwedê, bû Mîrê-cina?

6 Mîrê-cina jî hema usa kir. Pêşiyê ewî bihîst ça Yahowa Adem û Hêwayêra got, wekî ewana li hev zêde bin, û erdê tije kin (Destpêbûn 1:27, 28). Paşê dibek jî Şeytan, dêmek Mîrê-cina usa dişirmîş dibû: ‘Ev hemû merî dikarin dewsa Xwedê minra qulix kin!’ Bi vê yekê nêta nerast kete dilê wî. Mîrê-cina derheqa vê nêtê dişirmîş dibû û xilaziyê ewî gune kir, ewî Hêwa xapand û buxdan avîte Yahowa Xwedê. (Bixûne Destpêbûn 3:1-5.) Çimkî Mîrê-cina miqabilî Xwedê çû û buxdan avîte ser Xwedê, lema jî li ser wan zimana, li ser kîjanî ku Kitêba Pîroz hatibû nivîsarê, navê Mîrê-cina bi du xebera hate kifşkirinê, yek tê hesabê “dijmin” yê din jî “buxdanbêj”.

7. (a) Çira Adem û Hêwa mirin? (b) Çima hemû merî kal-pîr dibin û dimirin?

7 Mîrê-cina bi mixenetiyê û derewa Adem û Hêwa da şaşkirinê, wekî ewana gura Xwedê nekin (Destpêbûn 2:17; 3:6). Lema jî xilaziyê, çawa Xwedê pêşda wanara gotibû, ewana mirin (Destpêbûn 3:17-19). Gava Adem gune kir, ewî bêqusûrtiya xwe unda kir û bû gunekar, lema jî hemû merî gunekar in, çimkî gunê Adem derbazî me temama bû. (Bixûne Romayî 5:12.) Seva ku ev yek hê femdarî be, meseleke usa dikarin bêjin. Hergê tu taseke xar hildî û têda totik çêkî, ça tu dişirmîş dibî totik dikare rast derkeve? Femdarî ye, na. Hergê tas xar e, hemû totikên têda çêkirî wê xar derkevin. Dêmek, hergê Adem gunekar bû, zuretên wî jî wê gunekar bêne bûyînê. Hema usa gune ji Adem derbazî li ser hemû meriva bû. Lema jî meriv kal-pîr dibin û dimirin (Romayî 3:23).

8, 9. (a) Kîjan giliyên nerast Mîrê-cina derheqa Xwedêda got? (b) Çira Xwedê ewan kî miqabilî wî rabûn, pêra-pêra qir nekirin?

8 Mîrê-cina usa kir, wekî Adem û Hêwa miqabilî Yahowa Xwedê rabin. Bi vê yekê ew xwexa jî miqabilî serwêrtiya Yahowa çû û şer tev Yahowa destpêkir. Ewî bi gotinên xwe dixwest bida kifşê, ku Xwedê serwêrekî xirab e. Yan çi, ew meriya dixapîne û tiştên rind ji wana vedişêre. Hin jî ewî digot ku: ‘Ne hewce ye wekî merî bin serwêrtiya Xwedê bijîn, ewana xwexa bêyî Xwedê jî wê bikaribin pêşda herin, û xwexa dikarin rastî ji nerastiyê hev derxin. Merivara wê hê rind be, wekî serwêrê wan ez bim’. Lê ça Xwedê dikaribû seva van derewa caba Mîrê-cina bida? Hinek dişirmîş dibin, wekî Xwedê gerekê pêra-pêra qira wan bianiya, kî ku miqabilî wî rabûn. Lê gelo bi vê yekê wê îzbat bûya ku serwêrtiya Xwedê rast e? Yan jî bi vê yekê Xwedê wê çawa li ser buxdanê Şeytan Mîrê-cina caba xwe bida?

9 Rastiya Yahowa pir mezin e, û hema ji bo vê rastiyê Yahowa pêra-pêra qira wan neanî. Ewî zanibû, ku seva caba Mîrê-cina bide lazim e wede, wekî îzbat be ku Mîrê-cina bi rastiyê buxdanbêj û derewîn e. Lema jî Yahowa Xwedê hîşt ku meriv xwexa rêberiyê xwe bikin û hine wede di bin hukumê Mîrê-cinada bin. Di vê kitêbêda serê 11-da, hûr bi hûr tê şirovekirinê, çira Yahowa usa kir û hîşt ku wede haqa dirêj bikişîne? Hela dişirmîş be, ev yek rast bû, ku Adem û Hêwa gura vî kesî kirin, yê ku seva wan tu car tu tişt nekiribû? Ça hûn dişirmîş dibin, wana gerekê gura Xwedê bikira, yê ku hemû tişt dabû wan û miqatî wan dibû, yan gura vî buxdanbêjî? Lê teyê çi bikira?

10. Ça tu dikarî aliyê Yahowa bisekinî û caba pirsên Mîrê-cina bidî?

10 Were em derheqa van pirsên ferz dişirmîş bin, çimkî roja îroyîn her kes ji me dikare caba xwe li ser van pirsa bide. Belê, tu jî dikarî caba xwe bidî li ser pirsên Mîrê-cinayê buxdanbêj û bi vê yekê aliyê Yahowa bigirî. Tu dikarî bidî kifşê ku Xwedê Yahowa ye serwêrê te, ne ku Mîrê-cina û bi vê yekê eyan kî, wekî Şeytan Mîrê-cina buxdanbêj e (Zebûr 73:28; bixûne Metelok 27:11). Lê xirab ew e, ku îro tenê hine merî Xwedê Yahowa dijbêrin ça serwêrê xwe. Dêmek derdikeve ku Mîrê-cina rastî serwêrê dinyayê ye? Lê gelo Kitêba Pîroz çi hîn dike?

KÎ YE SERWÊRÊ VÊ DINYAYÊ?

Hergê Mîrê-cina serwêrê vê dinê nîbûya, ewî wê bikaribûya hemû padşatiyên dinyayê bida Îsa?

11, 12. (a) Bi xeberdana Mîrê-cina tevî Îsa, ça hate kifşê ku serwêrê vê dinê Mîrê-cina ye? (b) Çi dîsa îzbat dike, ku Mîrê-cina serwêrê vê dinyayê ye?

11 Rast e, Yahowa Xwedayê Himzor e, û ew e Efirandarê dinyayê (Eyantî 4:11). Lê di Kitêba Pîrozda tu cîkîda nayê gotinê ku Yahowa Xwedê, yan jî Kurê Xwedê Îsa Mesîh, serwêrê vê dinyayê ne. Li ser Mîrê-cina, Îsa Mesîh xwexa digot “serwêrê vê dinyayê” (Yûhenna 12:31; 14:30; 16:11). Kitêba Pîroz jî li ser Mîrê-cina dibêje “Mîrê vê dinyayêyî neheq” (2 Korintî 4:3, 4). Derheqa wî dijminî, dêmek Mîrê-cina Yûhenna pêxember giliyên usa got: “Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19).

12 Mesele, carekê Şeytan, dêmek Mîrê-cina “hemû padşatiyêd dinyayê” nîşanî Îsa Mesîh kir û gote wî: “Heger tu deverûya bêyî, serê xwe li ber min daynî, ezê van hemûya bidime te” (Metta 4:8, 9; Lûqa 4:5, 6). Hela dişirmîş be. Hergê Mîrê-cina serwêrê vê dinê nîbûya, ewî wê bikaribûya hemû padşatiyên dinyayê bida Îsa? Femdarî ye, na! Û hin jî, hergê Mîrê-cina serwêrê vê dinê nîbûya, Îsa seva vê yekê wê eseyî bigota, lê Îsa înkar nekir ku Mîrê-cina serwêrê vê dinê ye.

DINYA ŞEYTAN WÊ ÇA BÊ QIRKIRINÊ?

13. Çira mera dinya teze lazim e?

13 Zeman pey zemanara halê dinyayê hê gele xirab dibe, û emirê meriya jî hê çetin dibe. Dinyayêda hemû ciya şer, neheqî û zulmî hene. Xêncî vê yekê, ji destê serwêrên dînê meriya û ji destê polîtîka, meriv gele cefê dikişînin. Lê ça hûn dişirmîş dibin meriv dikarin xwexa halê dinyayê rast kin yan jî biguhêzin? Ça tê kifşê, qewata meriya nagihîjê, wekî evê yekê bikin. Lê di Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Xwedê vê dinya neheq di şerê Harmegedonêda qir ke û dewsê, dinya teze wê bê, û ev wede îda gelek nêzîk e (Eyantî 16:14-16).

14. Xwedê kî kifş kir, wekî di Padşatiya ezmanda serwêrtiyê bike, û derheqa wî çi pêşda hatibû gotinê?

14 Yahowa Xwedê, Îsa kifş kir, wekî ew di Padşatiya ezmanda serwêrtiyê bike. Di Kitêba Pîrozda derheqa Îsa Mesîh hatibû gotinê: “Ewê mezin be û Kurê Yê Herî Jorin wê bê gotinê.  . . . Ewê heta-hetayê padşatiyê . . . bike û xilaziya Padşatiya wî wê tunebe” (Lûqa 1:32, 33). Îsa şagirtên xwe hîn dikir, wekî ewana derheqa vê padşatiyê dua bikin: “Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Metta 6:10). Hine wede şûnda ji vê Kitêbê emê pêbihesin, ku Xwedê hemû serwêrên meriva wê bide hildanê û dewsa vê yekê tenê wê Padşatiya Xwedê be. (Bixûne Daniyêl 2:44.) Hingê temamiya erd wê bibe cinet.

DINYA TEZE NÊZÎK E!

15. Çi tê hesabê “erdekî nû”?

15 Kitêba Pîroz gumanê dide me: “Em hîviya erdekî nû û ezmanêd nû ne, li gora sozê wî, kîjanada rastiyê bimîne” (2 Petrûs 3:13; Îşaya 65:17). Carna di Kitêba Pîrozda, xebera “erd” tê hesabê merî, yên ku li ser erdê dijîn (Destpêbûn 11:1). Lema jî “erdekî nû” ev tê hesabê meriyên ku Xwedê xweş tên.

16. Pêşkêşeke qîmet, ya ku Yahowa Xwedê mera dide çi ye, û çi gerekê bikin, wekî vê pêşkêşê bistînin?

16 Îsa Mesîh soz da, ku di dinya tezeda, meriyên ku Xwedê xweş tên, wê “jiyîna heta-hetayê” pêşkêş bistînin (Marqos 10:30). Ji kerema xwe veke kitêba Yûhenna 3:16 û 17:3 bixûne, û pêbihese hela bi giliyên Îsa em çi gerekê bikin, wekî jîyîna heta-hetayê bistînin. Lê niha were em ji Kitêba Pîroz binihêrin hela çi kerem hîviya wan e, kî ku wê dinya tezeda, cinetêda li ser erdê bijîn.

17, 18. Çira em dikarin guman bin, ku bi rastiyê li ser erdê edilayî wê hebe?

17 Zulmî, neheqî, şer û cefa wê îda tune bin. Yahowa Xwedê wê qira hemû neheqa bîne, lê meriyên baş û helal wê xilaz bin (Zebûr 37:10, 11). Hin jî li hemû ciya edilayî wê hebe, çimkî Xwedê li ‘dorê rûyê erdê şeran disekinîne’ (Zebûr 46:9; Îşaya 2:4). Hingê merivên heq wê serfiraz bin, û erd bi edilayê tije be, “heta ku hîv biqede”! (Zebûr 72:7, ÎM).

18 Qulixkarên Yahowa wê bê xof bijîn. Berê, çaxê cimeta Îsraêl gura Xwedê dikirin, ewana rihet û bê xof dijîtin (Qanûna Kahîntiyê 25:18, 19). Bidin ber çevê xwe emirê bê xof di cinetêda çiqas wê bextewar be! (Bixûne Îşaya 32:18; Mîxa 4:4).

19. Em ji ku zanin ku, dinya tezeda birçîbûn îda wê tune be?

19 Birçîbûn îda wê tune be. “Ewê îdî ne tî bin, ne jî birçî bin” (Zebûr 72:16; Eyantî 7:16). Yahowa Xwedê merivên rast wê kerem bike û “rûyê erdê wê . . . [berê] xwe bide” (Zebûr 67:6, AB).

20. Çira em gerekê dudilî nîbin, wekî erd bi rastiyê wê bibe cinet?

20 Temamiya erdê wê bibe cinet. Roja îroyîn merivên gunekar dinê xirab dikin, lê çaxê dinya bibe cinet, li ser erdê malên û baxçên bedew wê hebin (Bixûne Îşaya 65:21-24; Eyantî 11:18). Paşê hêdî-hêdî temamiya erdê wê usa bedew û xas be ça cineta baxçê Adenê. Di Kitêba Pîrozda derheqa Yahowa Xwedê tê gotinê: “Tu destê xwe vedikî û hemû bicanan [bînbera] li gor xwestinên xwe têr dikî” (Zebûr 145:16, AB).

21. Em ji ku zanin, wekî meriv û heywan tevayî di edilayêda wê bijîn?

21 Meriv û heywan, tevayî di edilayêda wê bijîn. Heywan û terewil tevayî wê biçêrin. Heyneser, zarên biçûk jî wê netirsin ji wan terewila, yên ku îro gele xof in (Bixûne Îşaya 11:6-9; 65:25).

22. Çira nexweşî îda wê tune bin?

22 Nexweşî wê îda tune bin. Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî gele meriva ji nexweşiyên wan qenc dikir, lema jî ça serwêrê Padşatiya Xwedê li ezmana, ew îda wê temama qenc bike (Metta 9:35; Marqos 1:40-42; Yûhenna 5:5-9). Hingê wê tu kes ji meriya wê nebêje ku “ez nexweş im” (Îşaya 33:24; 35:5, 6).

23. Ew yek ku Yahowa meriya ji mirinê wê rake, çira me dilgerm dike?

23 Merivên meye nêzîk ji mirinê wê rabin û hergê ewana gura Yahowa Xwedê bikin, wê îda tu car nemirin. Ew hemû merî yên ku mirin e di bîra Xwedêda nin. Xwedê wê eseyî wana dîsa vegerîne jîyînê. Di Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Heq û neheqê ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15; bixûne Yûhenna 5:28, 29).

24. Tu li ser xwe çi texmîn dikî, gava pêdihesî ku dikarî di cinetêda li ser erdê bijîyî?

24 Axirîke çiqas baş hîviya wan meriva ye, yên ku dixwazin bona efirandarê Himzor Yahowa Xwedê pêbihesin, tev bibine nas û jêra qulix kin! Îsa giliyên usa gote qaçaxekîra, yê ku tevî wî dardakirî bû: “Tê tevî min buhiştêda bî” (Lûqa 23:43). Îsa derheqa cineta li ser erdê wîra digot, yê ku wê bê. Lema jî gele ferz e em hê zef pêbihesin derheqa Îsa Mesîh, bi saya kîjanî ev hemû kerem wê bêne sêrî.