Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 23

Ça Edebyetêd Me Tê Nivîsarê û Welgerandinê?

Ça Edebyetêd Me Tê Nivîsarê û Welgerandinê?

Îdara nivîskariyê, Dewletêd Emêrîkaya Yekbûyî.

Korêya Başûrê

Ermenîstan

Bûrûndî

Şrî-Lanka

Seva ku em hê rind “mizgîniyê” derbazî “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” bikin, em edebyetêd xwe li ser weke 700 zimana neşir dikin (Eyantî 14:6). Lê çawa em evî şixulê nehêsa pêşda dibin? Evê yekê em bi alîkariya nivîskara û bi alîkariya weke 3 300 tercimana dikin, yêd ku Şedêd Yahowa ne.

Têksta orîjînal, pêşiyê li ser zimanê înglîzî tê hazir kirinê. Koma rêberiyê cabdariyê dike bona şixulkirina Îdara nivîskariyê, yêd ku di fîlîala meye here mezinda nin. Îdara nivîskariyê, nivîskarara xebatê kifş dike. Ev nivîskar di fîlîala herî mezinda û di fîlîalêd dinda jî qulix dikin. Usa jî ewana cûre-cûre merî ne. Bi saya vê yekê, di edebyetêd meda têmêd usa têne nivîsarê, ku li ser meriyêd ji cûre-cûre mileta hukum dibe û ev edebyet li gelek meriya xweş tên.

Nivîsarê tercimanara dişînin. Paşî wê yekê ça nivîsar hazir bû seva neşir kirinê, û qebûl bû, ev bi elektronîk hemû komêd tercimanara nav temamiya dinyayê tê şandinê. Koma tercimana têkstê tercime dikin, paşê dinihêrin û rast dikin. Terciman hemû tiştî dikin, ku xeberêd rast bijbêrin, wekî hemû fikirêd têksta înglîzî rast derbaz kin li ser wî zimanî, li ser kîjanî ewana weldigerînin (Waîz 12:10).

Bi saya komputerê xebat pêşda diçe. Rast e komputer nikare bibe dewsa nivîskara û tercimana. Lê bi saya komputerê xebata wan dikare hê zû pêşda here, çimkî di komputera wanda heye ferheng, edebyetêd derheqa ziman û edebyetêd dinê seva lêkolînê. JXêncî wê yekê, Şedêd Yahowa saz kirin bernemek (programek), yê ku wêra dibêjin MÊPS. Bi saya vê bernemê, têkst bi seda zimana dikare top be, paşê di van têkstada şikila zêde dikin û dişînin, seva ku bê neşirkirinê.

Lê çira em haqas qewat xerc dikin, wekî hela li ser wan zimana jî welgerînin, li ser kîjanî tenê çend hezar merî xeber didin? Çimkî Yahowa dixwaze, wekî «hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:3, 4).

  • Ça edebyetêd me têne nivîsarê?

  • Çira em edebyetêd xwe, li ser gele zimana weldigerînin?