Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 15

Bi Bawerî Xeber de

Bi Bawerî Xeber de

(1 Têsalonîkî 1:5)

FIKIRÊN SEREKE: Bide kifşê, wekî tu bawer dikî vê yekê çi ku dibêjî û ferzbûna vê yekê jî fem dikî.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Rind xwe hazir ke. Înformasiyonê lêkolîn ke wekî fem bikî, çi ne fikirên sereke û çawa Kitêba Pîroz evê yekê îzbat dike. Bixebite ku fikirên sereke ya gotara xwe, bi çend xeberên hêsa bidî kifşê. Dîna xwe bidê, ku ça ev yek wê alî guhdarên te bike. Yehowara dua bike, ku ruhê xweyî piroz bide te.

  • Xeberên usa bide xebatê, kîderê ku tê kifşê wekî tu vê yekêda bawer î. Dewsa ku xebera ji edebyeta biwekilînî, wê baş be bi giliyê xwe bêjî. Usa xeber de ku bê kifşê, wekî tu xwexa bawer dikî wê yekê, çi ku dibêjî.

  • Bi dilgermî û dil-can fikirên xwe bêje. Usa xeber de, ku te rind se kin. Hergê mihala weda layîq e, wedê têma xwe li çevê guhdara binihêre.