KILAMA 96
Xebera Xwedê, Xizne ye
(Metelok 2:1)
-
1. Heye kitêb ku hemû rûpêlên wê,
Bawerî dide edlayê, şabûn.
Her xeberên wê bi qewat tijî ne;
Şîretên wê bo me dibe hebûn.
Belê, ew kitêb Xebera Xwedê ye
Her nivîskar Xwedê bijartibû,
Milûktî û helalya wan eyan bû,
Bi ruhê pîroz rêberî dibûn.
-
2. Wana dinvîsî bona efrandinê,
Çawa Xwedê erd û ezman çêkir.
Gilî dikin ku meriv bêqisûr bû,
Cinetêda Xwedê rûmet dikir.
Em dixûnin ku milyaketekî xrab,
Serwêrtya Xwedê kire bin şikê.
Ew yek meriv bire ber bi mirinê,
Lê Xwedê bo me delîlek çêkir.
-
3. Wa ye destpêbû dema her şabûnê
Xwedê çawa Padşa, kifş kir Îsa.
Hergê hertim tevî Xwedê bimeşin
Wê me aza ke ji hemû derda.
Gelek zef in rastyên ji wê kitêbê,
Seva me ew sifra ruhanî ye.
Edlaya dil mera dide bîlanyê
Seva her kesa rastî xizne ye.
(Usa jî binihêre 2 Tîmt. 3:16; 2 Pet. 1:21).