Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Jîyîn Ça Destpêbûye?

Jîyîn Ça Destpêbûye?

Hûn ça difikirin?

JÎYÎN DESTPÊBÛ BI SAYA . . .

  1. ÊVOLÛSIYAYÊ

  2. EFIRANDINÊ

 Hinek difikirin, wekî merivên ku îtbariya xwe zandariyê tînin, wê bêjin: “Bi saya êvolûsiyayê”, lê merivên bawermend, wê bêjin: “Bi saya efirandinê”.

 Lê ev yek timê usa nîne.

 Bi rastî gelek merivên xwendî, hela hê zandar jî, têoriya êvolûsiyayê dikine bin şikê.

 Dîna xwe bidinê, ku profêsorê kêziknasiyê, Cêrard Xêrtêl, kîjan ku ûnîvêrsîtêtêda têoriya êvolûsiyayê hîn dibû, usa dibêje: “Min wedê êkzamêna ev yek digot, çi ku dersdar hîviyê bûn. Lê min xwexa ev yek bawer nedikir”.

 Çira wan merivara, yên ku baweriya xwe zandariyê tînin jî, çetin e qayîl bin wekî jîyîn bi saya êvolûsiyayê pêşda hatiye? Seva ku evê yekê pêbihesin, were em şêwir kin du pirsa, caba kîjana gelek lêkolînkarara jî çetin e bidin: 1) Jîyîn ça pêşda hatiye? 2) Her tiştên sax ça dihatine guhastinê û efirînên teze çêdibûn?

Jîyîn Ça Pêşda Hatiye?

 HINE MERIV ÇI DIBÊJIN. Jîyîn xwe bi xwe ji matêriyên nesax pêşda hatiye.

 ÇIRA HINE MERIV VÊ CABÊRA QAYÎL NÎNIN. Îro zandar îda gelek tişt zanin derheqa strûktûra molêkûlî û kîmîkî yên organîzmên sax. Lê yeke ewana heta niha nikarin bi serbestî bêjin ku jîyîn çi ye. Ev yek ecêbmayî jî nîne, çimkî firqiya mezin heye orta şaneyê sax û matêriya nesax.

 Zandar tenê dikarin ber xwe derxin ku bi mîlyard sala pêşda halê erdê çi cûreyî bûye. Ewana nikarin bêne ser nêtekê ku jîyîn kîderê destpêbûye: hindurê vûlkanê, kûraya okyanûsê yan jî cîkî din. Hinek difikirin, wekî êlêmêntên jîyînêye lapî hûr, sêrîda kosmosêda çêbûne û paşê tevî mêtêorîta ketine ser erdê. Ew nihêrandin ne ku dibêje jîyîn ça pêşda hatiye, lê bona cab vê pirsê, me dişîne ezmên.

 Zandar nihêrandina xwe pêşda dibin, ku yan çi pêşda molêkûlên usa hebûn ji kîjana matêriyalên gênêtîkî çêbûn. Ewana difikirin, wekî ev molêkûl xwe bi xwe ji matêriyên nesax pêşda hatin û xwexa hev zêde bûne. Lê tu îzbatiyên zandariyê tunene, ku molêkûlên wî cûreyî hebûne. Zandar hela hê laboratoriyada jî nikarin van molêkûla çêkin.

 Fereseta organîzmên sax ku înformasiyayê xwey kin û bixebitînin, me zendegirtî dike. Şane înformasiyayê derbazî hev dikin, nêta vê têderdixin û înstrûksiyayê ku koda wane gênêtîkîda heye, tînin sêrî. Hine zandar koda gênêtîkî beramberî programa kompoterê dikin, û strûktûra şanêye kîmîkî beramberî kompoterê ser kîjanê ev programa dixebite. Lê êvolûsiya nikare şiroveke ku ji ku înformasiya kete koda gênêtîkî.

 Şane bê molêkûlên protêînî nikare bixebite. Molêkûla protêînî ji seda tirşiyên amînî çêkirî ye, yên ku rast pey hev hevvakirî ne. Xêncî wê yekê, seva ku rast bixebite, protêîn gerekê forma sêyemînî bistîne. Anegorî hesabê hine zandara, mecala ku hema protêînek jî xwe bi xwe çêbe, gelek hindik e. Profêsorê fîzîkê, Pol Dêwîs, usa dibêje: “Seva ku şane bixebite bi hezara cûre-cûre protêîn lazim in. Lema jî çetin e bawer kin, wekî ewana nişkêva pêşda hatin e”.

 TEMAMKIRIN. Lêkolînkirinên, ku bi deha sala zandariyêda hatine derbazkirinê, îzbat kirine wekî jîyîn dikare tenê ji tiştekî sax pêşda bê.

Her Tiştên Sax Ça Dihatine Guhastinê û Efrînên Teze Çêdibûn?

 HINE MERIV ÇI DIBÊJIN. Organîzmên saxe pêşin gav bi gav bi saya mûtasiyayê ku nişkêva diqewimî û bijartina tebiyetî (dêmek prosêsa ku organîzmên qayîm sax diman lê yên sist unda dibûn) pêş diketin û ji wan gelek cûre organîzm û meriv jî pêşda hatine.

 ÇIRA HINE MERIV VÊ CABÊRA QAYÎL NÎNIN. Hine şane diha çetin in, ne ku şanên din. Lê çi cûreyî şanên hêsa bûne şanên çetin? Ensîklopêdiyekêda tê gotinê, wekî evê pirsê “hesab dikin pirseke êvolûsî ya herî çetin, paşî pirsa ku jîyîn ça pêşda hatiye”.

 Zandara lêkolîn kirine û dîtine, wekî her şanekêda prosêsên gelek çetin derbaz dibin. Şanêda protêîn êlêmêntên xurdemenî derbazî molêkûla dikin û ênêrjiyayê ji van êlêmenta distînin, usa jî parên şanêye ziyankirî teze dikin û şanêda înformasiyayê derbaz dikin. Gelo parên şanêye usa çetin çêkirî wê bikaribûna bi saya mûtasiya ku nişkêva diqewime û bijartina tebiyetî, hevva bihatana girêdanê û haqas tişt bikirana? Gelek meriv vê yekêra qayîl nînin.

 Jîyîna meriva usa jî heywana ji hêkeke bergirtî pêşda tê. Şanên hindurê embrîyo parevedibin û kom-kom başqe dibin, cûre-cûre forma distînin û cûre-cûre fûnksiya dikin. Usa hemû parên bedenê çêdibin. Êvolûsiya nikare şiroveke ku her şanek ça “têderdixe” wekî ev gerekê çi cûreyî be û derbazî kîjan para organîzmê be.

 Zandarên roja îroyîn fem dikin, seva ku cûrê heywanekî bibe heywanekî cûrekî din, lazim e wekî hindurê şanêda, molêkûlada guhastin bêne kirinê. Zandar nikarin bidine kifşê ku çawa bi saya êvolûsiyayê hema şaneke “lape hêsa” pêşda hatiye. Gelo hêja ye bawer kin ku gelek cûrê heywana dikaribûn bi saya mûtasiyayê û bijartina tebiyetî, pêşda bihatana? Profêsorê bîolojiyayê, Maykl Bîhî gotiye, wekî lêkolînkirinên zandariyê “mera hevekî eyan kirin ku strûktûra organîzma heywana çiqas çetin e, lê heta niha çetin e fem bikin ça ev hemû tişt karibû xwe bi xwe bi saya qewateke ku tu kes kontrol nake, çêbe”.

 Meriv usa hatine çêkirinê ku dikarin bifikirin, femê wan heye, dikarin bi logîkî şêwir bikin û hunurên usa eyan kin ça mesele merdanî, xweînkarkirin, û dikarin qenciyê û xirabiyê ji hev derxin. Têoriya êvolûsiyayê caba vê pirsê nade ku ça cem meriva ev feresetên mexsûs pêşda hatin.

 TEMAMKIRIN. Rast e hine meriv bawer dikin, wekî têoriya êvolûsiyayê îzbatkirî ye, dîsa jî hene merivên usa ku îzbatkirinên êvolûsiyonîstara derheqa pêşhatina jîyînê, qayîl nînin.

Caba ku Her Kes Gerekê Bizanibe

 Gelek meriv paşî lêkolîna îzbatiya, hatine ser wê nêtê, ku kesê bi serwaxtiya jorin her tişt efirandiye. Profêsorekî fîlosofiyayê Êntonî Flû jî, kîjanî ku berê atêîzm bawer dikir, hatiye ser wê nêtê. Çaxê ewî derheqa çêkirina çetin ya organîzmên sax û qanûnên dinyalîkê lêkolîn kir, ewî nihêrandina xwe guhast. Ewî giliyên fîlosofên berê wekiland û got: “Lazim e îzbatiya qebûl kin, firqî tune ew ser çi nêtê me dibin”. Profêsor Flû hemû îzbatkirin qebûl kirin ku didine kifşê, wekî Efirandar heye.

 Cêrard Xêrtêl jî, derheqa kîjanî ku me pêşda gotibû, hate ser wê nêtê. Xwendina bilind û lêkolînên wîye kêziknasiyê riya wî negirtin ku bêje: “Ez tu îzbatiya vê yekê navînim ku jîyîn nişkêva bi xwe ji matêriya nesax pêşda hatiye. Ev yek ku ça organîzmên sax terbet û çetin çêkirî ne, ez dame bawerkirinê, wekî Efirandar heye, kîjanî ku ev her tişt usa cîwar kiriye”.

 Em gelek tişt dikarin derheqa nexşkarekî pêbihesin, gava rind dîna xwe didine nexşên wî. Mîna wê yekê Cêrard Xêrtêl jî bi saya lêkolîna tebiyetê, xeyset-hunurên Efirandar dît. Xêncî wê yekê ewî zandarî destpêkir Kitêba Pîroz lêkolîn ke, avtorê kîjanî Efirandarê me ye (2 Tîmotêyo 3:16). Vê kitêbêda ewî cabên zelal dîtin ser pirsên derheqa destpêka terîxiya însanetê û şîretên kêrhatî, kîjan ku alîkariyê didin wekî problêmên roja îroyîn safî kin. Evê yekê dîsa jî wîra îzbat kir, wekî Kitêba Pîroz ji serwaxtiya jorin e.

 Li gora nihêrandina Cêrard Xêrtêl cabên Kitêba Pîroz derheqa pirsên jîyînêva girêdayî, her kes gerekê pêbihese. Em jî we hêlan dikin evê Kitêbê lêkolîn bikin û caba pirsên xwe bistînin.