Derbazî serecemê

Çira Şedên Yehowa Hine Hînkirinên Xwe Guhastine?

Çira Şedên Yehowa Hine Hînkirinên Xwe Guhastine?

 Em timê baweriya xwe ser hîmê Kitêba Pîroz ava dikin. Lema jî gava femkirina me hindava Kitêba Pîroz diha zelal dibe, em li gora vê femkirinê hine hînkirinên xwe diguhêzin. a

 Guhastinên usa li gora rêza ji Metelok 4:18 ne. Vê rêzêda tê gotinê: “Lê belê rîya rasta mîna ronayîya berbangê ye, ku hêdî-hêdî dertê, heta ku temamîya rojê ronayî dibe”. Dêmek, çawa ku şewqa tevê hêdî-hêdî dertê, dide ser cîkî û ew cî ronayî dibe, usa jî Xwedê femkirina me hindava rastiyê wedê xweda hêdî-hêdî zelal dike (1 Petrûs 1:10-12). Çawa ku Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, rojên axiriyêda Xwedê ev yek lez dixe (Daniyêl 12:4).

 Ew zelalkirina rastiyê gerekê me ne ecêbmayî ke, ne jî eciz ke. Berê jî xizmetkarên Xwedê hine tişt şaş fem dikirin û lema cara hêviya wana ne dihate sêrî, çimkî ew yek pûç bû.

  •   Mesele, Mûsa difikirî ku hela hê 40 sal pêşiya ku Xwedê ew kifş kira, ew îda dikaribû bibe xilazkarê cimeta Îsraêl (Karên Şandiya 7:23-25, 30, 35).

  •   Şagirta pêxembertiya derheqa mirin û saxkirina Îsa zelal fem nedikirin (Îşaya 53:8-12; Metta 16:21-23).

  •   Hine Mesîhiyên berê, derheqa wexta hatina “Roja Xudan”, fikirê xweda şaş dibûn (2 Têsalonîkî 2:1, 2).

 Wede şûnda Xwedê fikirên wane şaş rast kir û em jî dua dikin, wekî Xwedê fikirên me jî rast bike (Aqûb 1:5).

a Heger me hînkirineke Kitêba Pîroz nerast fem dikir, lê wede şûnda femkirina me zelal dibû û me li gora vê yekê diguhast, ev yek veşartî ne dima. Em evê femkirina rast, dinivîsin û neşir dikin. Mesele, wan femkirinên rast hûn dikarin “KITÊBXANEYA ONLAYN Ya Birca Qerewiliyêda” bivînin, gava ku ciyê lêgerînêda binivîsin “Zelalkirina Hînkirinên Kitêba Pîroz”.