Derbazî serecemê

Gelo Şedên Yehowa Kitêba Xweye Pîroz Didine Xebatê?

Gelo Şedên Yehowa Kitêba Xweye Pîroz Didine Xebatê?

 Şedên Yehowa wedê lêkolîna cûre-cûre welgerandinên Kitêba Pîroz didine xebatê. Heçî zef ewana “Welgerandina Dinya Teze” ya Nivîsarên Pîroz didine xebatê, hergê ser zimanê wan heye, çimkî ew welgerandina rast û zelal e, û têda navê Xwedê tê xebitandinê.

  •   Xebitandina navê Xwedê. Hine neşirkarên Kitêba Pîroz hurmetê nadine wî kesî kê ku bi rastî hêjayî wê yekê ye. Mesele welgerandineke Kitêba Pîrozda, navê 70 meriva hatiye nivîsarê yên ku wî neşirkirinêda kar kirine. Lê wê neşirkirinêda navê Avtorê Kitêba Pîroz, Yehowa Xwedê, qe carekî nehatiye nivîsarê.

     Lê “Welgerandina Dinya Tezeda” navê Xwedê bi hezara cara hatiye xebitandinê, xût wan ciya li kîderê ku orîjînalêda heye, lê navê tercimana nehatiye eyan kirinê.

  •   Welgerandina rast. Ne her welgerandinên Kitêba Pîroz têksta orîjînalê rast tercime dikin. Mesele, welgerandinekêda Metta 7:13, wî cûreyî hatiye welgerandinê: “Derê tengra bikevine hindur, çimkî fire ye ew derî û ber e ew riya ku dibe berbi ʹcenimêʹ. Lê di orîjînalêda ew xeber hatiye nivîsarê ça “qirkirin” ne ku “cenim”. Diqewime welgera xebera cenim dane xebatê, çimkî bawer dikirin, wekî merivê xirab wê heta-hetayê di cenimêda biçerçirin. Ew hînkirin li ser hîmê Kitêba Pîroz nîne. “Welgerandina Dinya Tezeda” ew rêz usa hatiye welgerandinê “Derê tengra bikevine hindur, çimkî fire ye ew derî û ber e ew riya ku dibe berbi ʹqirkirinêʹ.

  •   Welgerandina zelal. Welgerandina baş ne tenê gerekê rast be, lê usa jî zelal be û hêsa bê fem kirinê. Soz mesele, Romayî 12:11-da, Pawlosê şandî xeberê dide xebatê ya ku raste rast tê hesabê “ruh da kelegerm bin”, lê çimkî ew welgerandin bona merivê îroyîn femdarî nîne, di “Welgerandina Dinya Tezeda” bi wî cûreyî hatiye welgerandinê “ruhê xweda alav din”.

 Xêncî wê yekê, ku ew “Welgerandina Dinya Teze” ,raste, zelal e, hêsa tê fem kirinê û têda navê Xwedê tê xebitandinê, dîsa kareke wê heye, ew bêpere ye, bi saya wê yekê bi mîlyona meriv dikarin Kitêba Pîroz ser zimanê xwe bixûnin, usa jî ew meriv yên ku nikarin Kitêba Pîroz bikirin.