Derbazî serecemê

Hûn Sêkta Emêrîkayê ne?

Hûn Sêkta Emêrîkayê ne?

 Ew ku ofîsa meye sereke di Welatêd Emêrîkê Yekbûyîda ne, nade kifşê ewê yekê, ku em sêkta Emêrîkayê ne. Û bona vê yekê çend menî hene:

  •   Bi nihêrandina hineka, sêkta ev kom e yê ku ji rêlîgiyakê qetiya. Lê Şedêd Yahowa ji tu komeke rêlîgiyayê neqetiyane. Dewsê me tezeda sazkir Mesîhtiya qurna yekê.

  •   Şedêd Yahowa bi xîret 230 welata zêdetir, dannasîn dikin. Firqî tune em di kîjan welatîda dijîn, seva me ferz ew e ku aminiyê hindava Yahowa Xwedê û Îsa Mesîh nîşan kin, ne ku hindava Welatêd Emêrîkê Yekbûyî yan jî serwêrêd welatêd dinêna (Yûhenna 15:19; 17:15, 16).

  •   Hemû hînkirinêd me li ser hîmê Kitêba Pîroz in, ne ku li ser hîmê nivîsarêd hine serwêrêd rêlîgiyayê di Welatêd Emêrîkê Yekbûyîda (1 Têsalonîkî 2:13).

  •   Em pey Îsa Mesîh diçin, ne ku pey meriya (Metta 23:8-10).