Derbazî serecemê

Gelo Şedên Yehowa Mesîhî ne?

Gelo Şedên Yehowa Mesîhî ne?

Belê. Em Mesîhî ne û bona vê yekê çend menî hene:

  • Em dixebitin ku raste-rast xwe li hînkirinên Îsa bigirin, û usa bijîn çawa ku ew dijît (1 Petrûs 2:21).

  • Em bawer dikin ku xilazkirin ji Îsa tê, û ku “bin perê ezmênda navekî din merivara nehatiye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin” (Karên Şandiya 4:12).

  • Çaxê meriv dibine Şedên Yehowa, ewana bi navê Îsa têne nixumandinê (Metta 28:18, 19).

  • Em bi navê Îsa dua dikin (Yûhenna 15:16).

  • Em bawer dikin ku Îsa ye Serê kifşkirî, dêmek ser hemû merivara serwêr e (1 Korintî 11:3).

Xêncî vê yekê, em hine tiştada cuda dibin ji wan komên rêlîgiya, kîjan ku xwe Mesîhî nav dikin. Mesele, Kitêba Pîroz hîn dike, ku Îsa Kurê Xwedê ye, ne ku parek ji sêyekane, û em baweriya xwe evê yekê tînin (Marqos 12:29). Em bawer nakin ku nefs nemirî ye. Em usa jî bawer nakin ku cenim heye, çimkî Kitêba Pîrozda qe tiştek jî bona vê yekê nayê gotinê, ku Xwedê meriva heta-hetayê diçerçirîne. Xêncî vê yekê, em hesab nakin, ku şixulên serwêrên rêlîgiyayê û sernavên wan, ji merivên din wana bilind dike (Waîz 9:5; Hezeqêl 18:4; Metta 23:8-10).