Here Naverokê

Here naverokê

Dubarekirina Qisim 1

Dubarekirina Qisim 1

Bi mamoste re li ser van pirsan sohbetê bike:

  1. Kîjan sozên Kitêba Pîroz ên li ser pêşerojê li te xweş tên?

    (Li Ders 02 binêre.)

  2. Çima tu bawer dikî ku Kitêba Pîroz Peyva Xwedê ye?

    (Li Ders 03 û 05 binêre.)

  3. Çima muhîm e ku em navê Yehowa bibêjin?

    (Li Ders 04 binêre.)

  4. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê “çavkaniya tevahiya jiyanê” ye (Zebûr 36:9, Wergera Weşanên Do). Gelo tu bi vê bawer dikî?

    (Li Ders 06 binêre.)

  5. Methelokên Silêman 3:32 bixwîne.

    • Çima Yehowa dostê herî baş e?

    • Yehowa ji dostên xwe çi dixwaze? Gelo xwestinên Yehowa maqûl in?

      (Li Ders 07 û 08 binêre.)

  6. Zebûr 62:8 bixwîne.

    • Te di duayên xwe de ji Yehowa re çi gotiye? Wekî din, tu dixwazî ji bo çi dua bikî?

    • Yehowa çawa cewabê dide duayên me?

      (Li Ders 09 binêre.)

  7. Îbranî 10:24, 25 bixwîne.

    • Çima hêja ye ku tu herî civînên Şahidên Yehowa?

    • Gelo hêja ye ku tu xîret bikî û biçî civînan?

      (Li Ders 10 binêre.)

  8. Çima muhîm e ku em her roj Kitêba Pîroz bixwînin? Tu her roj kengê Kitêba Pîroz dixwînî?

    (Li Ders 11 binêre.)

  9. Heta niha ji kursa Kitêba Pîroz, kêfa te herî zêde ji çi re hatiye?

  10. Ji destpêka lêkolîna Kitêba Pîroz heta niha, gelo tengasî hatine serê te? Çi dikare alî te bike ku tu dev ji lêkolînê bernedî?

    (Li Ders 12 binêre.)