Here Naverokê

Here naverokê

Dubarekirina Qisim 2

Dubarekirina Qisim 2

Bi mamoste re li ser van pirsan sohbetê bike:

  1. Xwedê wê çi bîne serê dînên sexte?

    (Li Ders 13 binêre.)

  2. 2. Mûsa 20:4-6 bixwîne.

    • Gelo Yehowa qebûl dike ku em di îbadetê de sûret û pûtan bi kar bînin?

      (Li Ders 14 binêre.)

  3. Îsa Mesîh kî ye?

    (Li Ders 15 binêre.)

  4. Tu kîjan sifetên Îsa Mesîh diecibînî?

    (Li Ders 17 binêre.)

  5. Yûhenna 13:34, 35 û Karên Şandiyan 5:42 bixwîne.

    • Gerek Mesîhiyên heqîqî çawa bin? Gelo îro kî li gor gotinên Îsa Mesîh hereket dikin?

      (Li Ders 18 û 19 binêre.)

  6. Serê civatê kî ye, û ew çawa rêberiya wê dike?

    (Li Ders 20 binêre.)

  7. Metta 24:14 bixwîne.

    • Ev gotinên Îsa Mesîh îro çawa tên cih?

    • Heta niha, te ji kê re behsa xebera xêrê kiriye?

      (Li Ders 21 û 22 binêre.)

  8. Tu çi difikirî, gelo binavbûn hedefeke pir xweş e?

    (Li Ders 23 binêre.)

  9. Tu çawa dikarî xwe ji Şeytan û cinên wî biparêzî?

    (Li Ders 24 binêre.)

  10. Xwedê ji bo me jiyaneke çawa dixwaze?

    (Li Ders 25 binêre.)

  11. Însan çima kul û derdan dikişînin û dimirin?

    (Li Ders 26 binêre.)

  12. Yûhenna 3:16 bixwîne.

    • Ji bo ku Yehowa me ji guneh û mirinê xelas bike, wî çi kiriye?

      (Li Ders 27 binêre.)

  13. Waiz 9:5 bixwîne.

    • Piştî mirinê çi tê serê me?

    • Îsa Mesîh wê ji bo milyaran kesên ku mirine, çi bike?

      (Li Ders 29 û 30 binêre.)

  14. Padîşahiya Xwedê çima ji hemû hukûmetên dinyayê çêtir e?

    (Li Ders 31 û 33 binêre.)

  15. Gelo tu bawer dikî ku Padîşahiya Xwedê niha hukim dajo? Çima? Û ew ji kengê ve hukim dajo?

    (Li Ders 32 binêre.)