Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 8

Gelê Îsraêl Welatê Kenanê Dagir Dike

Gelê Îsraêl Welatê Kenanê Dagir Dike

Yêşû di dagirkirina welatê Kênanê de ji lawên Îsraêl re rêberiyê dike. Yahowa Xweda ji bo ku gelê wî ji zilm û zordariyê rizgar bikin, hêzê dide dadgeran.

BI sedsalan beriya ku xelkê Îsraêl bikeve welatê Kenanê, Yahowa Xweda soz dabû, ku wan axan bide neviyên Birahîm pêxamber. Û niha jî, lawên Îsraêl di bin serokatiya Yêşû de, axên sozdayî ji xwe re dikirin milk.

Xweda biryara tunekirina gelê Kenanî dabû. Li tevahiya herêmên welatê Kenanê, bêsincîtî û rijandina xwînên bêsedem gihîştibû asta herî bilind. Loma bajarên Kenanê yên ku ji aliyê lawên Îsraêl ve hatibûn dagirkirin, divê bi giştî bihatana tunekirin.

Lê Yêşû beriya ku bikeve axên Kenanê, du saloxgerên ku welêt kifş bikin, şandin wir û ew li bajarê Erîhayê li mala jineke ku jê re Rehab dihat gotin man. Rehabê ligel ku dizanibû ev zilam ji lawen Îsraêl in û ji bo kifşkirina welatê wan hatine jî, ew li mala xwe kirin mêvan û ji dijminên wan parast in. Ji ber ku wê gelek tişt derbarê kerametên ku Yahowa Xweda bo rizgarkirina gelê xwe kiribûn de, bihîstibû û baweriya xwe bi Xwedayê lawên Îsraêl, ango bi Yahowa anîbû. Rehabê ji bo ku wê û malbata wê li jiyanê bihêlin, sond bi saloxgeran da xwarin.

Paşê lawên Îsraêl ketin welatê Kenanê û êrîş birin ser Erîhayê; wê çaxê Yahowa Xweda dîwarên li dora bajarê Erîhayê bi awayeke mûcîzeyî hilweşandin. Leşkerên Yêşû bi lez ketin hûndir û bajar wêran kirin, lê wan Rehab û maliyên wê li jiyanê hiştin. Yêşû di pêvejoya şeş salan de mîna birûskekî êriş bir ser pirraniya herêmên welatê ku hatibû sozdayîn û dagir kirin. Ev welat paşê di nav eşîrên Îsraêl de hat parvekirin.

Yêşû di dawiya jiyana xwe ya ku demeke dirêj bi xizmeta ji Xweda re derbas kiribû de, gel li hev civand. Wî tiştên ku Yahowa Xweda ji bapîrên wan re kiribûn, anîn bîra wan û ji bo ku ew xizmeta Yahowa bikin, gazî li wan kir. Lê piştî ku Yêşû û hevalên wî yên nêzîk mirin, lawên Îsraêl dest bi perizîna ji pûtan re kirin û dev ji Yahowa Xweda berdan. Neteweya Îsraêl bi qasî 300 salan derbarê guhdayîna Yasayên Yahowa de, dudilî mabû. Yahowa Xweda di vê pêvejoyê de destûr da ku xelkê Filistî û dijminên wan ên din cefayê bidin wan. Lê dîsa jî gava wan ji bo alîkariyê gazî li Yahowa kirin, wî ji wan re dadgerên ku wan rizgar bikin tayîn kirin û di vê pêvejoyê de bi tevahî ji 12 dadgeran re peywir hat dayîn.

Agahiyên derbarê serdema dadgeran de, di Nivîsara Hukumdar de, bi Otnîel dest pê dikin, bi zilamê herî hêzdar ê ku di cîhanê de jiya ye û jê re Şimşon hatiye gotin bi dawî dibin. Di Nivîsara Hukumdar a Pirtûka Pîroz de, gelek caran behsa bûyerên ku heyecanê didin mirovan tê kirin û ew tim vê rastiya bingehîn nîşan didin: Guhdayîna ji Yahowa re bi bereketê bidawî dibe, lê guhnedayîn jî, ji hatina belayê re rê vedike.

Ji Yêşû; Serweran; 3. Mûsa 18:24, 25.