Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 22

Şandî Mizgîniyê Bê Tirs Belav Dikin

Şandî Mizgîniyê Bê Tirs Belav Dikin

Civîna Şopînerên Îsa Mesîh ligel zilm û zordariyê pirr zû mezin dibe.

PIŞTÎ ku deh roj bi ser hilkişîna Îsa ya ezmanan re bihûrîn, bi qasî 120 şagirtên wî li Orşelîmê li malekî civiya bûn. Ev yek piştî zayînê di sala 33-yan de, çêbû û di wê navê de Cihûyan Cejna Pentîkostê pîroz dikir. Tevahiya hundirê mala ku şagirt lê bûn, bi dengeke ku mîna yê bahozê bû ve, hat dagirtin. Wê çaxê şagirtan bi awayeke mûcîzeyî dest bi axavtina zimanên biyan kirin; ev ziman hemû yên ku wan beriya vê yekê nedizanîn bûn. Gelo ev bûyerên ecêb dihatin çi wateyê? Xweda Ruhê xwe yê Pîroz, dabû şagirtên Îsa Mesîh.

Li derve ajaweyeke mezin a ku bi armanca pîrozkirina Cejnê ji gelek welatên din hatibûn jî, hebû. Gava van mirovan bihîstin ku şagirtên Îsa bi zimanê dayika wan, bi awayeke herî herikbar bi wan her yekî re diaxivin, li vê yekê şaş û metal man. Şandî Petrûs gava ev bûyerên ku pêk hatibûn hemû şîrove kirin, wateya wan spart gotinên ku ji berê ve ji aliyê pêxamber Yoêl ve hatibûn ragihandin. Wî di pêxamberîtiya xwe de gotibû, ku Xweda wê ruhê xwe “birijîne” û ev ruh wê behreke mûcîzeyî, ji yên ku ew standine re bibexşîne (Yowêl 2:28, 29). Vê bandora Ruhê Pîroz bi awayeke pirr eşkere nîşan da ku veguhertineke girîng çêbûye: Xweda kerema xwe êdî ne ji Îsraêl re, lê ji civînê şopînerên Îsa Mesîh ên ku nû hatibûn damezrandin re, dibexşand. Kesên ku dixwestin li gor viyana wî ji Xweda re xizmetê bikin, divê êdî bibûna şopînerên Îsa Mesîh.

Di vê navberê de, dijatiya ku şopînerên Îsa Mesîh didît, her ku diçû zêdetir dibû û dijminên wan, ew avêtin girtîgehê. Lê milyaketê Yahowa Xweda, bi şev deriyên girtîgehê bo wan ve kir û ji şagirtan re got, herin belavkirina Mizgîniyê berdewam bikin. Wan jî serê sibê zû li gor gotina milyaket kir. Ew ketin Perestgeha Pîroz û wan li wir ji gel re dest bi hînkirina Mizgîniya derbarê Îsa Mesîh de kir. Wê çaxê Zaneyên Yasaya Pîroz ên ku dijberên wan bûn, zehf qehirîn û ji wan re ferman dan ku ew dev ji karê belavkirina Mizgîniyê berdin. Lê şandiyan bi awayeke wêrek ev bersîv da wan: “Divê em ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin” (Karên Şandiyan 5:28, 29, MIZ).

Zilm û zordarî li ser wan zêdetir bû. Hin Cihûyan ji şagirtên Îsa Mesîh ê ku jê re Steyfan dihat gotin, bi angaşta ku çêrî Xweda kiriye, dan ber keviran û kuştin. Şawûlê Tarsûsî yê ku zilameke ciwan bû, wî jî biryara vê mêrkujiyê erê kir û li pêkanîna wê temaşe kir. Ew paşê çû bajarê Şamê, da ku tevahiya kesên Mesîhî ango şopînerên Îsa desteser bike. Lê Şawûl hê ku di rêwîtiya ber bi Şamê de bû, yekser ronahiyeke ku ji ezmên şewq da tevahiya hawirdora wî girt û wî dengek bihîst ku ji asîmanan digot: “Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min? Şawûl pirsî û got: “[Ezbenî] tu kî yî?” Wî jî got: Ez Îsa me, yê ku tu tengahiyê didiyê” (Karên Şandiyan 9:3-5, MIZ).

Îsa piştî sê rojan şagirteke xwe yê ku jê re Henanya dihat gotin şand, da ku çavên Şawûl veke. Şawûl hat tafîlkirin û rastiya derbarê Îsa Mesîh de, bi awayeke wêrek ji mirovan re ragihand. Ew paşê wekî Şandî Pawlos jî hat binavkirin û bû yek ji endamên civîna yekemîn a Mesîhiyan.

Şagirtên Îsa Mizgîniya derbarê Padîşahiya Xweda ya ku wê bihata damezrandin de, bi tenê ji xelkê Cihû û Sameryayî re, radigihandin. Lê paşê milyaketek li Kornêlyosê ku sersedekî Romayî bû û bi xwe miroveke oldar bû, xuya bû. Milyaket jê re got ku ew Şandî Petrûs gazî cem xwe bike. Petrûs û yên pê re Mizgînî bi Kornêlyos û maliyên wî dan bihîstin. Gava Petrûs diaxivî Ruhê Pîroz bi ser van mirovên bawermend ên ku bi eslê xwe ne Cihû bûn de jî, rijiya. Li ser vê yekê Petrûs xwest ku ew bi navê Îsa Mesîh bên tafîlkirin. Ji wê demê pêve, riya jiyana herheyî ji mirovên hemû neteweyan re vebû. Civîna Mesîhiyan êdî amade bû ku Mizgîniyê li seranserê tevahiya rûyê erdê belav bike.

Ji Karên Şandiyan 1:1–11:21.