Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 9

Cimeta Îsraêl Padşa Dixwazin

Cimeta Îsraêl Padşa Dixwazin

Padşê Îsraêlê pêşin, Şawûl gura Xwedê nake. Lema jî dewsa wî, Dawid dibe padşa. Xwedê tevî wî peymana padşatiyêye heta-hetayê, girêdide

PAŞÎ Şimşon, Îsraêlêda Samûyêl hakim û pêxember bû. Cimeta Îsraêl timê hîvî ji wî dikir, wekî mîna miletên mayîn, li ser wan jî padşa bê kifşkirinê. Ev yek seva Xwedê dihate hesabê bêhurmetkirin, çimkî Xwedê bû padşayê wan. Lê Xwedê yeke emir kir, wekî Samûyêl xwestina cimetê biqedîne. Xwedê merivekî milûk kifş kir, navê kîjanî ku Şawûl bû. Wede şûnda ew babax bû û gura Xwedê nekir. Yehowa Şawûl înkar kir û gote Samûyêl, wekî dewsa wî kifş ke xortekî baş, navê kîjanî ku Dawid bû. Lê gelek sal gerekê derbaz bûna heta ku Dawid bibûya padşa.

Carekê, çaxê Dawid hê gelek cahil bû, ew çû serîkî birên xwe xe, yên ku eskerên Şawûl bûn. Hingê ewî dît ku tirs ketibû ser eskerên Şawûl, çimkî dijminê wan Golyatê terikî qerfê xwe wan û Xwedê dikir. Dawidê hêrsketî qirar kir, ku tevî wî şer bike. Û usa Dawid tevî Golyatê sê mêtirê derdikeve şer. Dawid tevî xwe tenê şidanê û çend kevira hildide. Golyat qerfê xwe Dawid dikir. Lê Dawid caba wî da û got ku ew ji wî hê rindtir hazir e, çimkî ew bi navê Yehowa tê ser wî şer. Dawid tenê pê kevirekî, Golyat jorda erdê xist û paşê pê şûrê wî jî, serê wî jê kir. Eskerên Filistiya ji tirsa revîn.

Şawûl pêşiyê Dawid gelek begem kir seva mêrxasiya wî, û wî kifş kir ça serkarê ordiya xwe. Lê paşê, Şawûl destpêkir qayîm hevsûdiyê Dawid bike. Dawid mecbûr bû bireve û çend sala xwe vedişart, wekî xwe ji destê Şawûl xilaz ke. Şawûl pey Dawid ketibû û dixwest wî bikuşta. Lê Dawid hindava Şawûl amin dima, çimkî fem dikir, wekî Xwedê Şawûl kifş kiriye ça padşa. Axiriyêda, Şawûl şerda hate kuştinê, û wede şûnda, Dawid bû padşa çawa Xwedê wîra soz dabû.

“Ezê textê padşatiya wî heta-hetayê daynim” (2 Samûyêl 7:13, DT).

Dawid padşa gelek dixwest seva Yehowa paristgehê ava ke. Lê Xwedê gotê wekî ne ku ew, lê kesekî din ji zureta wî vê paristgehê ava ke. Ev zuret Silêmanê kurê Dawid bû. Lê Xwedê Dawid kerem kir û peymaneke hewas tevî wî girêda, wekî xeza malbeta Dawid bibûya hîmê padşatiyê. Ji wî Xilazkar, yan jî Zureta ku derheqa wî baxçê Êdênêda hate sozdayînê, gerekê pêşda bihata. Ew ji aliyê Xwedêda wê bê şandinê, û bibe Mesîh ku tê hesabê “Rûnkirî”, dêmek kifşkirî. Yehowa soz dabû ku Mesîh wê bibe serwêrê vê Padşatiyê, yê ku wê heta-hetayê hebe.

Dawid gelek ji Xwedê razî bû. Lema jî seva avakirina paristgehê Dawid gelek zêr û zîv top kir, û usa jî gelek tiştên lazim bona avakirina paristgehê. Dawid usa jî gelek zebûr nivîsîn. Pêşiya mirina xwe ewî got: “Ruhê Xudan [Yehowa, DT], bi . . . minva got û gotina wî, li ser zimanê min bû” (2 Samûyêl 23:2).

​—Ser hîmê kitêbên 1 û 2 Samûyêl; 1 Dîrok; Îşaya 9:7; Metta 21:9; Lûqa 1:32; Yûhenna 7:42.