Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 22

Şandiyên Îsa bê Tirs Xizmet Dikin

Şandiyên Îsa bê Tirs Xizmet Dikin

Rast e peyketin hene, lê civata Mesîhiya zû li hev zêde dibin

DEH roj paşî çûyîna Îsa ser ezmana, sala 33-da D.M., wedê cejina Cihûya, dêmek Roja Pênciye hesab, 120 şagirtên Îsa li Orşelîmê malekêda top bûn. Nişkêva vê malêda dengekî mîna dengê ba tijî bû. Hingê keremet qewimî, şagirta destpêkirin ser cûre-cûre zimana xeber din. Lê gelo ev yek ça usa qewimî? Xwedê ruhê xweyî pîroz da şagirta.

Ber vê malê gelek merî ji hemû dera top bibûn. Ewana zendegirtî man, çaxê dîtin ku şagirtên Îsa, bi zimanê wan rihet xeber didin. Çaxê Petrûs şirovedikir ku ça ev yek qewimî, ewî giliyê Yowêl pêxember wekiland, wekî ewên ku bistînin ruhê pîroz, wê bistînin pêşkêşên bi keremet (Yowêl 2:28, 29). Evê keremetê kifş kir, wekî Xwedê dewsa cimeta Îsraêl, îda civata Mesîhiyaye teze qebûl dike. Dêmek kî ku bixwesta bibe xizmetkarê Xwedê, gerekê pey Îsa Mesîh biçûya û bibûya Mesîhî.

Roj bi roj peyketin zêde dibûn, dijminên Îsa şagirtên wî kirine kelê. Lê şev, melekê Yehowa derê kelê vekir û gote şagirta, wekî ewana herin û xizmet kin. Berbangê ewana çûn paristgehê, û destpêkirin derheqa Îsa hîn kin. Dijminên wan gelek hêrs ketin, û îzin nedidan wekî ewana mizgîniyê bela kin. Lê şagirta bê tirs caba wan dan: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:28, 29).

Peyketin hê qayîm bûn. Hine Cihûya, şagirtê Îsa Steyfan gunekar kirin vê yekêda, yançi ew Xwedê bêhurmet dike. Wana Steyfan da ber kevira û kuştin. Şawûlê ji Tarsûsê, kuştina Steyfan didît, û qebûl dikir. Ev Şawûlê cahil diçû Şamê, wekî şagirtên Îsa Mesîh bide girtinê. Rêva ji ezmana şewqek kete ser wî, û ewî dengek bihîst: “Şawûl, Şawûl! Tu çima min dizêrînî?” Ewî jî got: “Tu kî yî, Xudan? Wî dengî gotê: “Ez ew Îsa me, yê ku tu dizêrînî” (Karên Şandiya 9:3-5).

Sê roj şûnda, Îsa şagirtê xwe Hananiya şande cem Şawûl, wekî ronaya çevê wî bîne cî. Şawûl hate nixumandinê û bû Mesîhiyê gelek baş civatêda. Şawûl bê tirs şedetî dida derheqa Îsa, û ew eyan bû ça Pawlosê şandî.

Pêşiyê şagirtên Îsa, mizgîniya Padşatiya Xwedê tenê Cihûyara û Sameriyara bela dikirin. Lê carekê melekek, xwe nîşanî sersedê ordiya Romê Kornêlyo kir, yê ku xwedêxof bû. Melek gote Kornêlyo, wekî ew bişîne pey Petrûs û şagirtên din, wekî wî û neferên wîra mizgîniyê gilî kin. Çaxê Petrûs hê xeber dida, ruhê pîroz hate ser van guhdara û Petrûs gote wan, wekî ewana bi navê Îsa Mesîh bêne nixumandinê. Çimkî ewana Îbranî nîbûn, lema jî bi vê yekê zelal bû wekî riya emirê heta-hetayê, hate vekirinê seva hemû mileta. Û paşî vê yekê civat hazir bû, wekî mizgîniyê li ser temamiya erdê bela ke.

—Ser hîmê kitêba Karên Şandiya 1:1-11:21.