Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 13

Padşên Qenc û yên Xirab

Padşên Qenc û yên Xirab

Îsraêl dibe du para. Gelek padşên Îsraêlê guhdariya Xwedê nakin. Babîloniya, Orşelîmê hildişînin

PAŞÎ wê yekê ku Silêman Yehowa înkar kir, Îsraêl bû du para, ça jî Yehowa pêşda gotibû. Kurê Silêman Rehobowam padşakî bêrem bû. Lema jî dehe berekên Îsraêliya miqabilî wî derketin, û padşatiya Îsraêlêye Bakurê saz kirin. Lê du berekên dinê, textê Dawidra, yê ku Orşelîmêda bû, amin man, û padşatiya Cihûdayê Başûrê saz kirin.

Halê Îsraêlê û Cihûdayê baş nîbû, çimkî padşên wan Xwedêra amin nîbûn û gura wî nedikirin. Lê halê padşatiya Bakurê diha xirab bû, çimkî padşên wan hê sêrîda xizmetkirina qelp pêşda dianîn. Rast e wan çaxa pêxemberên usa xizmet dikirin ça Êlyas û Êlîşa, yên ku şixulên mezin dikirin û hela hê mirî jî sax dikirin, lê yeke cimet riya xirabda diçû. Axiriyêda, Yehowa hîşt wekî Asûriya, padşatiya Bakurê hilşîne.

Ji sed salî hinek zêde derbaz bû, padşatiya Cihûda jî kete vê rojê, û cezakirina Xwedê stand. Tenê çend padşên Cihûdayê guh didane pêxemberên Xwedê, û dixwestin wekî cimetê vegerînin cem Yehowa. Mesele, Yoşiya padşa destpêkir Cihûda ji qulixkirina qelp temiz ke, û paristgeha Yehowa teze ke. Çaxê ew kitêba, ku Qanûnên Xwedê dabû Mûsa têda hatibûn nivîsarê, hate dîtinê, Yoşiya gelek ecêbmayî ma û destpêkir hê bi dil-can û bi xîret qulixkirina qelp kuta ke.

Lê yazix, wekî paşî Yoşiya kî ku li ser textê padşatiyê rûniştin, pey mesela wîye baş neçûn. Lema jî Yehowa hîşt ku Babîloniya, Cihûda zeft kin, bajarê Orşelîmê û paristgehê jî hilşînin. Lê yên ku sax bimînin, wana bibine Babîlonê ça dîl. Xwedê pêşda gotibû wekî dîltiya wan, 70 sal wê bikişîne û Cihûda wê wêran bimîne heta hingê, çaxê cimet îzinê bistîne vegere li Orşelîmê ser erdê xweyî helal.

Lê kesek ji rikiniyata Dawid îda wê nebe padşa, heta Xilazkarê sozdayî, dêmek Mesîhê ku pêşda derheqa wî hatibû gotinê, bê ser text. Meselên gelek padşa, yên ku li ser textê Dawid rûniştibûn, îzbat kirin wekî merivên gunekar nikarin serwêrtiyê bikin. Tenê Mesîh hêjayî vê yekê ye. Lema jî Yehowa derheqa Mesîh giliyê usa got: “Ewê heta-hetayê padşatiyê ser mala Aqûb bike û xilaziya Padşatiya wî wê tunebe” (Lûqa 1:33).

—Ser hîmê kitêbên 1 û 2 Padşatî; 2 Dîrok serê 10 heta 36; Yêremya 25:8-11.