Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 4

Xwedê Tevî Birahîm Peymanê Girêdide

Xwedê Tevî Birahîm Peymanê Girêdide

Birahîm gura Xwedê dike û baweriya xwe nîşan dike. Yehowa soz dide Birahîm, wekî wî kerem ke û zuretên wî jî zêde ke

PAŞÎ Sêlava dinyayê weke 350 sal derbaz bûn. Birahîm pêxember bajarê pêşdaçûyî Ûrda dijît, (yê ku ser erdê Îraqa îroyîn e). Baweriya Birahîm qayîm bû. Lê carekê baweriya wî hate cêribandinê.

Yehowa Birahîmra got, wekî ew ji welatê xwe derkeve û here erdê nenas, dêmek erdê Kenanê. Birahîm bê dudilîbûnê gura Xwedê kir. Ewî jina xwe Sera, û kurê birê xwe Lût û hemû neferên mala xwe hilda, kete rêke dirêj heta ku bigihîje Kenanê. Wêderê ewana çadirada dijîtin. Yehowa peyman tevî Birahîm girêda û soz da wî, ku ji wî cimeteke mezin wê derkeve û bi saya Birahîm hemû malbet wê bêne kerem kirinê, û zuretên wî jî bibine xweyê erdê Kenanê.

Birahîm û Lût dewletî bûn, çimkî kerî û dewarên wan gelek li hev zêde dibûn. Birahîm bê timatî gote Lût, wekî pêşiyê ew xwera erd bijbêre. Hingê Lût herêma Ûrdunêye berdarda erd xwera jibart, yê ku nêzîkî bajarê Sodomê bû. Bineliyên vî bajarî merivne bênamûs bûn, û pêşberî Yehowa gelek gunên giran dikirin.

Wede şûnda Yehowa Xwedê dîsa carekê gote Birahîm, ku zuretên wî mîna steyrkên ezmana wê zêde bin. Birahîm baweriya xwe vê yekê anî. Wede derbaz dibû, lê Sera jina wîye hizkirî bê zuret bû. Çaxê Birahîm 99 salî bû, lê Sera 90 salî, Xwedê got, wekî wê kur wanra bibe. Xwedê sozê xwe anî sêrî, û Serayêra kur bû, navê wî danîn Îshaq. Rast e zarên Birahîme din jî hebûn, lê Xilazkarê sozdayî, derheqa kîjanî ku Êdênêda pêşda hatibû gotinê, gerekê xût ji Îshaq bihata.

Wî çaxî Lût tevî malbeta xwe Sodomêda dijît. Ew merîkî rast bû û nebû mîna wan merivên bênamûs, yên ku Sodomêda dijîtin. Pêşiya kutakirina Sodomê, Yehowa melek şandin cem Lût, wekî derheqa kutakirina vî şeherî elamî wî kin. Meleka Lût û malbeta wî lez xistin, wekî ewana zûskava ji Sodomê derkevin, û pişt xwe nenihêrin. Paşî vê yekê, Xwedê agir û kevirên agirpêketî, mîna baranê barand ser Sodomê û usa jî ser Gomoraya zulm, yê ku nêzîkî Sodomê bû. Hemû bineliyên wane xirab û bênamûs, qir bûn. Lût û her du qîzên wî xilaz bûn, lê jina wî pişt xweva zivirî, çimkî ewê heyfa xwe hebûna xwe anî. Belê, ji bo neguhdarîkirinê ewê emirê xwe unda kir.

—Ser hîmê kitêba Destpêbûn 11:10-19:38.