Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 16

Mesîh Eyan bû

Mesîh Eyan bû

Yehowa nîşan dike ku Îsayê Nisretê, Mesîhê sozdayî ye

PÊŞIYA ku Mesîhê sozdayî bihata, gelo Yehowa alî meriva dikir, ku bikaribûna Mesîh nas kirana? Belê. Em niha binihêrin ka Xwedê seva vê yekê çi kiriye. Paşî nivîsandina Nivîsarên Îbranî, weke 400 sal derbaz bûn, li bakurê herêma Celîlê, şeherê Nisretêda qîzeke cahil dijît, navê wê Meryem bû û ew bikir bû. Mêvanekî nenas hate bal Meryemê. Ev melek bû bi navê Cibrayîl, ewî gote Meryemê, wekî ewê bi ruhê pîroz, dêmek pê qewata Xwedê kurekî bîne. Ev kur, wê bibe Padşayê sozdayî û heta-hetayê serwêrtiyê bike. Ew wê Kurê Xwedê be. Xwedê wê emirê wî ji ezmana derbazî zikê Meryemê ke.

Meryemê ev yek hesab kir ça qedirekî mezin seva xwe. Xwedê melek şande cem dergîstiyê wê Ûsivê necar, wekî wîra şiroveke ku çira Meryem hemle derket. Paşî vê yekê ewana zewicîn. Lê gelo ça ev pêxembertî, ku Mesîh wê Beytlehmêda bê bûyînê, hate sêrî? (Mîxa 5:2) Ne ev şeherê biçûk, weke 150 kîlomêtir dûrî Nisretê bû!

Serwêrê Romê ferman da, wekî destpêkin hesabkirina meriya bikin. Her kes gerekê şeherê xweda kîderê ku hatibû bûyînê, bihata nivîsarê. Ûsiv û Meryema hemle, çûne li Beytlehmê, çimkî ewana ji vî şeherî bûn (Lûqa 2:3). Meryemê tewlêda zar anî, û kire afirê dêwêr. Xwedê melek şand bal şivanên ku çolêda bûn, wekî wanra bêje ku zar hate bûyînê û ew Mesîhê sozdayî ye.

Paşê merivên din jî îzbat kirin, ku Îsa Mesîhê sozdayî ye. Mesele, Îşaya pêxember pêşda got, wekî wê merivek eyan be, yê ku seva Mesîh rê hazir ke (Îşaya 40:3). Ev merî Yûhennayê Nixumdar bû. Çaxê Yûhenna Îsa dît, ewî got: “Va ye! Berxê Xwedê, yê ku gunên dinyayê hildide!” Hine şagirtên Yûhenna pêra-pêra pey Îsa çûn, yekî ji wan got: “Me Mesîh dît” (Yûhenna 1:29, 36, 41).

Şedetîk jî xwexa Yehowa Xwedê da. Çaxê Yûhenna Îsa nixumand ji ezmana dengê Yehowa hate bihîstinê. Xwedê pê ruhê pîroz Îsa kifş kir ça Mesîh. Xwedê got: “Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me” (Metta 3:16, 17). Û usa Mesîhê sozdayî hate eyankirinê!

Ev yek kengê qewimî? Sala 29-da D.M., dêmek çaxê 483 salên ku Daniyêl pêxembertî kiribû, derbaz bûn. Ev hemû tişt bi rastî jî îzbat dikin, wekî Îsa ye Mesîh. Lê çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî derheqa çi elam dikir?

—Ser hîmê kitêbên Metta serê 1 heta 3; Marqos serê 1; Lûqa serê 2; Yûhenna serê 1.